Bombeyek bi hêzên Heşda Şeibî de teqiya

Li parêzgeha Enbar bombeyeke vedayî bi hêzên Heşda Şeibî de teqiya, çekdarek hat kuştin û du çekdar jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Enbar bombeyeke vedayî bi hêzên Heşda Şeibî de teqiya, çekdarek hat kuştin û du çekdar jî birîndar bûn.

Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, li navçeya Ekaşat a li rojavayê parêzgeha Enbar bombeyeke vedayî bi otomobîleke Lîwaya 13 ya Heşda Şeibî de teqiya, di encamê de çekdarek hat kuştin û du çekdar jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev bûyera şeva borî qewimiye û çekdarên Heşda Şeibî di dema erkê xwe de rastî bûyerê hatine, bombeya vedayî jî ji paşmahiyên teqemeniyê yên çekdarên DAIŞê bûye.