Li perestgeha Lalişê merasîma amadekirina zeyta zeytûnê

Li Perestgeha Lalişê ku cihê herî pîroz ê peyrewên ola Êzidî tê dîtin, her sal merasîma amadekirina zeyta zeytûnê birêve diçe.

Laliş (K24) – Tevî pêşketina amûrên çêkirin û berhemanîna cûreyên cuda yên zeyta zeytûnê, peyrewên ola Êzidî bi şêwaza kevneşopî bi merasîmeke taybet, zeyta zeytûnê berhem tînin.

Li Perestgeha Lalişê ku cihê herî pîroz ê peyrewên ola Êzidî tê dîtin, her sal merasîma amadekirina zeyta zeytûnê birêve diçe û çendîn kes ji jin û mêrên peyrewên ola Êzidî beşdar dibin.

Endezyar Xeyrî Xedî yek ji wan kesan e ku beşdarî merasîmê bûye, dibêje, ji qonaxa yekem a zanîngehê ve her sal beşdarî vê merasîmê dibe û 30 sal in xizmeta Perestgeha Lalişê dike.

Xeyrî Xedî got: “Piştî temambûna dewama min a hikûmî, ez tê û li vir dixebitim.”