Kalemêrekî Ukraynî: Ez ji êrîşa Almanan rizgar bûm naxwazim bi ya Rûsan bimirim

kurdistan24.net

Kîev (K24) – Belaçenko Valerî Îvanovîç ê 80ê salî ku ji bordûmana Rûsyayê li Buchaya bi ser Kîevê rizgar bûye dibêje, milyaketan ew rizgar kiriye, Almanan nekariye wî bikuje ji îro bi şûnde jî naxwaze bi bordûmana Rûsyayê bimire.

Di şerê Ukreynayê de bi taybet jî li Buchaya bi ser Kîevê ve roj nîn e ku trajediyek an çîrokeke dilsotîner peyda nabe. Kalepîrê 80ê salî Belaçenko Valerî Îvanovîç, şevekê dengê dronê tê wî ew ji xwe re dibêje, ev drona baş e dijminan tespît dike, lê hê dema wisa difikire bi dengê bordûmana Rûsyayê verdiciniqe û ji ber paceya mala xwe ku lê temaşe dike vedikişe û dikeve nav livînên xwe û li benda mirina xwe disekine. Di wê navê de du se, kuçikên wî hene ku navê yekî ji wan Muha ye, ji ber teqînan bi tirseke mezin û hebitî, ew jî di vê paceya parçebûyî de xwe davêjin ser singa wî, ew jî xwe li wan dipêçe bi hev re heta serê sibehê li benda çarenûseke nediyar bêyî ku ji cihê xwe bilebitin wisa dirêjkirî dimînin.

Endezyarê Radîo û Elektronîkê Belaçenko Valerî Îvanovîç ji K24ê re got: “Min dît dronek difire li ser me û min wisa fêm kir ku ev droneke baş e ku dijminan tespit dike. Pêşî li ber camê bûm paşî çûm nav cihê xwe. Di heman kêliyê de teqîneke wisa rû da ku kuçikên min di camê re avêtin nav jurê û xwe li min pêçan. Wê rojê pileya sermayê -7 bû. Heta sibehê em ji cihê xwe ranebûn. Wê demê min fêm kir ku ev der ne cihê mayînê ye. Dengê teqînan nedisekînî bi rojan. Ez xwe bi siûd dibinim ku milyaketan ez ji mirinê rizgar kirim.” 

Ev pîrekalê endezyar û 80 salî yê bi navê Belaçenko Valerî Îvanovîç tam 30 salan bê navber kar kiriye li febrîqaya Zaparojiya yê di beşa radyo û elektronîkê de. Ev 20 sal in jî malnişîn bûye. Bi kedeke mezin ev mala xwe çêkiriye li bajarokê Buchayê lê ew jî di şevekê de bûye armanca Rûsyayê û wek di dîmenan de jî tê dîtin hemû serpêhatiyên wî yên di vê malê de ku dû zarok tê de mezin kiriye tevlî 4 neviyên xwe serobino bûye.”

Belaçenko Valerî Îvanovîç dibêje: “Ev hevjîna min e; 6 sal berê çû ser dilovaniya xwe û ez bêriya wê dikim. Navê wê Lûba Belaçenko ye. Ev jî pirtûka min ya fizîkê ye. Piştî Sovyet çûn ez jî vegeriyam vê derê yanî Buchayê. Niha jî wek hobî bi karê botanîkê mijûl dibim. Dîsa wekî hobi nêzîk 300 cûre giya berhev dikim û ji wan 100 cûre çayên xwezayî çêdikim ji bo tendûristiya mirovan. Ev jî deftera min ya muzîkê ye. Ez li muzîkê dixebitim û li gîtarê dixim. Ev jî hobiya min e piştî malnişîn bûm diviya bû min hin tişt bikira.” 

Kalemêrê Ukreynî Belaçenko Valerî Îvanovîç dibêje; Bi vî şerî Rûsyayê gelê Ukreynî kire yek. Gelê Ukreynî wê her gav azad û serbixwe be û tû carî wê nekeve bin desthilata Rûsyayê.

Belaçenko Valerî Îvanovîç dibêje: “Rûsya dijminê me yê hezar salî ye. Pêşî baweriya me şûnde jî dîroka me dizî. Sedema wê jî ew e ku dixwaze Kîevê bike malê xwe. Putîn tiştekî xirab dike û nikare pêşî li ber xirabiya xwe bigire loma jî şer gurtir kir. Wê tû carî jî nesekine û her li hincetan bigere da ku êrîşî Ukreynayê bike anku da ku vê dîroka dizî careke din li xwe vegerîne, lê ya sosret ew e ku dîroka hatiye dîzîn wê çawa vegere aha vê nabîne.”

Belaçenko Valerî Îvanovîçê ku ji bordûmana Rûsan rizgar bûye dibêje; Almanan nekariye wî bikûje loma naxwaze bi bombeyên Rûsan jî bimire. Milyaket wê hê jî alîkariya wî bikin û nehêlin bi destê Rûsan bimire.

Belaçenko Valerî Îvanovîç got: “Ez di sala 1942an hatim dinê. Ez ji bordûmana Almanan rizgar bûm naxwazim bi bombeyên Rûsan bimirim. Milyaketan ez rizgar kirim wekî ku xeberê didin min û ji bordûmanan rizgar dibim.”

Belaçenko Valerî Îvanovîç pîrekalê 80 salî ku bi tena serê xwe dijî di malê de û zarokên xwe şandiye Polandê dibêje, derfeta wî nîn e lê eger derfetê bibîne ew ê avahiya xwe ji nûve ava bike û hewl bide wan serpêhatiyên di vê avahî û bexçeyê de careke din zindî bike yên ku di bin bordûmana Artêşa Rûsyayê de bin ax bûne.