Rizgarbûyên Bucha ji K24ê re behsa çîrokên xwe yên trajedî dikin

Hêzên Rûsî dema ji bajarokên dora paytexta Ukreyna Kîevê vedikişin, li paş xwe bajarên kavil dihêlin
kurdistan24.net

Kîev (K24) – Li Buchayê ew bajarokê ku bi ser Kîevê ve û bi komkujiya medeniyan li cîhanê deng veda û wêneyên şer yên li Ukreynayê radixe ber çavan, mirovên sax mane cîran û hevalên xwe yên ku ji aliyê Artêşa Rûsyayê ve hatine kuştin - da ku ajel laşen wan yên li ser rêyan mane nexwin - li nava bexçê malên wan vedişêrin.

Rûsyayê dema ji bajarokên dora paytexta Ukreyna Kîevê vedikişe li paş xwe bajarên kavil dihêle. Bi milyonan kes bê war man e û di nava welatê xwe de bûne penaber. Bi hezaran medenî jî hatine kuştin û hinek ji wan ji neçarî termê wan li nava bexçeyê malên wan hatine veşartin ji aliye cîran û hevalên wan ve. Li vê kolana Buchayê welatiyê Ukreynî ku nexwest navê xwe bide dibêje: roja Rûs hatin vê derê li ber markete hevalê min kuştin. Hevalê min ku cîranê min e ji bo nan bistîne çûbû marketê.

Termê medeniyê Ukreynî 24 saetan li erdê dimîne ji bo ku kûçik laşê wî nexwin dixin nava marketê û sera wî bi kartonan asê dikin. Paşî jî yanî piştî 48 saetan wî li erebokeke destan siwar dikin û termê wî tînin li nava vî bexçeyê mala wî vedişêrin.

Welatiyê Ukreynî li Bucha Şahidê kuştina medeniyan ji K24ê re got: “Leşkerên Rûsî ji vî aliyê de dihatin, cîranê min ku di heman demê de hevalê min e diçû marketê. Leşkerên Rûsî di wê navê de li ber marketê gulle lê reşandin û ji serê xwe derb xwar. Tam rojekê li wir li erdê ma. Kesî ji me nikaribû wî hilde û termê wî ji wir rake. Piştî tam rojekê xwediyê marketê ew ji wir rakir û xiste nava markete û bo ku ajel laşê wî nexwin bi cartonan sera wî girt. Piştî wê bi rojekê jî min û çend cîranan termê wî ji nava marketê derxist, li erebokeke destan siwar kir û me anî û li bexçê mala wî ew veşart.”

Welatiyekî din ku li sîteyeke Buchayê rûdine ku ew sîte ji aliye Artêşa Rûsyayê wekî baregehekê hatiye bikaranîn dibêje; derpiyê jina min li her cihî belav kirine, mala min tiştekî sax tê de nehişitine û hemû eşyayên min yên bi qîmet bi xwe re birine. Ew dibêje; Rûsan li vê derê gelek tevgerên dermirovî kirine û em ê hewl bidin ku warê xwe yê jiyanê careke din ji nû ve ava bikin.

Welatiyê Ukreynî yê Rûsan mala wî bikar aniye dibêje: “Rûsên ku derbên giran xwarin tola xwe ji zarokan, ji mirov û mal û milkê xelkê hildane. Cîranên me li vir hatine kuştin mixabin. Hemû deriyên min şikandine û çi tiştê bi qîmet hebe bi xwe re birine. Divê ez xaniyê xwe ji nû ve ava bikim. Min ev kêr dît li nava malê ji ber ku di mala min de serê xwe şûştine destava min bikaranîne û diranê xwe firçe kirine. Ev kêr jî ji bo min bû wekî xenîmetekê ku ji Rûsên dagirker maye.”

Niha bi hezaran Buchayî vedigerin malên xwe û dest bi paqijiya nava malên xwe dikin. Gelek ji wan neçar in, hê jî alîkariyên mirovî ji bo wan nehatine dabînkirin. Li aliyekî malên wan yên hilweşiyayî û li aliyê din jî wesayîtên wan yên hatine şewitandin û gullebarankirin wek dîmenên ji serdema şerê cihanê yê dûyemîn xuya dibin û ew jî bi çarenûseke nediyar encax dikarin li wan dîmenan temaşe bikin.