Li Babê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, otombîleke bombekirî li nêzîkî rêbendeke grûpên çekdar li deriyê bajarê Babê teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne, lê hejmara wan heta niha nayê zanîn.

Li Bajarê Babê û navçeyên ku di destê grûpên çekdarên ser bi Tirkiye ye de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car jî teqîn tên kirin.