Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê guftûgoyan derbarê pirsa petrolê de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina derbarê petrolê de serdana Bexdayê bike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24ê re ragihand, bi armanca guftûgokirina derbarê pirsa petrolê û çareserkirina pirsgirêkê wê de, biryar e sibe şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Pêştir di civîna Çarşema borî ya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar hatibû dayîn, komîteyeke şareza ji bo guftûgokirina derbarê pirsa petrol û enerjiyê de serdana Bexdayê bike.

Li gor Cotyar Adil, biryarên vê dawiyê yên ji aliyê Dadgeha Federalî ve li dijî sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê derketine, yek ji mijarên sereke yên guftûgoyên her du aliyan e.

Li gor zanyariyan, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Xalid Şiwanî, Omdê Sebah, Ebdulhekîm Xesro û Amanc Hekîm pêk tê.