Barcelona serkeftineke din bi dest anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelona di lîstika şeva borî de paşketina xwe li hember mêvandara xwe Levante guherand û (3 – 2) bi ser ket.

Şeva borî di çarçoveya gera 31emîn a La Lîgayê de, tîma Levante mêvandariya Barcelona kir û bi (2 - 3) têk çû.

Piştî nîva yekem bê gol bi dawî bû, Levante di xuleka (52) gola xwe ya yekem bi penaltiyekê bi riya Jose Luis Morales tomar kir, berî ku Barcelona rabe ser piyan û tabloyê serûbin bike û du gol li pey hev bi rêya Pierre Aubameyang û Pedri di xulekên (59 û 63) de tomar bike.

Piştre lîstikavanê Levante Gonzalo Melero bi penaltiyeke din di xuleka (83) de gola wekheviyê tomar kir, lê lîstikvanê Barcelona Luuk de Jong gola serkeftinê di xuleka (90+2) de anî.

Bi vê yekê, Barcelona (7) lîstik in li ser hev serkeftinê di La Lîgayê de tomar dike û pûanên xwe gihandin 60 pûanan û cihê xwe di rêza duyem a La Lîgayê de li pişt Real Madrîdê diparêze.