Polîsê ku li Şirnexê bi otomobîla xwe li parêzer Serkan Karakaş dabû hat girtin

Li bajarê Şirnexê komîserê bi navê S.E. bi otomobîla xwe li Serokê Navenda Mafên Parêzeran Serkan Karakaş qelibîbû û ew birîndar kiribû.
Parêzer Serkan Karakaş
Parêzer Serkan Karakaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Polîsê ku bi qestî li Serokê Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Şirnexê Serkan Karakaş qelibî, hat girtin.

Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê komîserê bi navê S.E. ku li Rêveberiya Ewlehiya Şirnexê dixebite duh (10.04.2022) bi otomobîla xwe li Serokê Navenda Mafên Parêzeran Serkan Karakaş qelibî û ew birîndar kir.

S.E yê ku bi otomobîla xwe li parêzer Serkan Karakaş qelibî hatibû desteserkirin û di îfadeya xwe gotibû, “Rewşa min a derûnî ne baş bû, dengekî di guhê min de got here li wî biqelibe.”

Piştî ku îfadeyên komîser S.E. li emniyetê, ew Edliyeya Şirnexê. S.E.yê ku îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve li vir hat girtin, ji bo girtina wî ew ji bo Dadgeha Cezayê Sulhê hat şandin. S.E. ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve bi îdiaya "hewldana kuştina bi qestî" hat girtin.

Hat diyarkirin ku parêzer Serkan Karakaş dema ku dixwest otomobîla xwe li kêleka rêyeke li Xaçerê ya Mezbaxane ya li bajarê Şirnexê tamîr bike, S.E. bi otomobîla xwe li wî qelibiye û ew birîndar kiriye.

Hat destnîşankirin ku parêzer Serkan Karakaş ji ber birîn û şikestina hestiyan bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û piştî neştergeriyeke 2-3 saetan niha rewşa wî baş e.