“Nîsan ti bûkan di ser xwe re qebûl nake”

kurdistan24.net

Şêxan (K24) – Meha Nîsanê li cem Êzidiyan, ji mehên pîroz in. Êzidî rêzeke mezin didin meha Nîsanê û tê de jiyana hevjîniyê pêk nayînin.

Li gor felsefiya Êzidiyan, gerdûn di vê mehê de hatiye afirandin û nîsan bûka salê ye, ji ber wê Êzidî di vê mehê de, jiyana hevjîniyê nakin.

Nivîskar Şêx Merwan di vê derbarê de ji K24ê re got: “Xwedêyê mezin gerdûn di Çarşema yekem a meha Nîsana Şerqî de afirandiye. Sebeqa qewlî dibêje: ‘Laleş ku hate li erdê çêbû nebat e pê zeyinî çiqas kinyat e’. Di vê rojê dur pekî û dunya çêbû û çiya deşt û newal bi kulîlkên rengîn xemilîn. Nîsan bi xwe bûk e, lewma ti bûkan di ser xwe re qebûl nake.”

Di gelek deqên pîroz ên Êzidiyan de, behsa meha Nîsanê hatiye kirin û tê gotin ku Nîsan ti bûkan ji xwe ciwantir qebûl nake. Herwiha tenê di vê mehê de çend cureyên kulîlkan vedibin û bi dawiya mehê re diçelmisin.

Oldar Pîr Seîd dibêje: “Nîsan dibêje, ez bûka heyva me, ez xemla erdê me. Di Nîsanê de gul û kulîlkên rengîn vedibin û bihna xweş jê tê. Ciwaniya salê Nîsan e.”

Yek ji pîroztirîn cejnên Êzidiyan dikeve vê mehê de, ew jî cejna Sersalê, Çarşema Nîsanê ye. Êzidî di vê mehê de erdê nakolin û li nava gundên Êzidiyan digerin. Herwiha xwediyên pez jî, şîr û mastê xwe her sibehê li ser cîranên xwe belav dikin.