HSD çargoşeyên ewlekariyên li Qamişlo û Hesekê dorpêç dike

Hêzên HSD û asayişê çargoşeyên ewlekariyê (sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyê) li Heseke û Qamişlo dorpêç kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wek bersivekê li hember dorpêçkirina taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê (taxên Kurdan), hêzên HSD û asayişê çarkoşeya ewlekariyê li Heseke û Qamişlo dorpêç kirin û Rûsya jî navbênkariyê di navbera her du aliyan de dike.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn û piraniya wan niştecihên wan Kurd in û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Firqeya Çarem a rêjîma Sûriyê ji roja 13ê Adara borî ve xalên pişkinînê danîne û ew her du tax dorpêç kirine û rê nadin sotemenî û madeyên xwarinê û bi taybetî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin û xelkê di rewşeke gelekî zehmet de dimînin.

Wek bersivekê li ser vê dorpêça Eşrefiye û Şêx Meqsûd, ji çend rojan ve alozî li Qamişlo Hesekê di navbera hêzên HSDê û asayişê ji aliyekî û hêzên rêjîma Sûriyê ve derketiye. Hêzên HSDê û asayişê jî navendên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Heseke dorpêç kirine.

Jêderekî ji bajarê Qamişlo ji K24ê re got, hêzên HSD û asayişê hejmarek rê û kolanên sereke yên bajêr girtine û rêbendên xwe li nêzîkî çargoşeya ewlekariyê ya ku sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyê lê ne, danîne.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl ji medyaya ser bi hikûmeta Sûriyê re ragihand, ji ber dorpêça HSDê, êdî madeyên xwarinê derbasî deverên wan nabin, madeyên li cem embarkirî bûn jî êdî ber bi nemanê ve diçin û ew niha di rewşeke xirap de ne.

Parêzgarê Hesekê amaje bi wê yek da, niha hêzên Rûsî ji bo çareserkirina rewşê û rakirina dorpêçê, navbênkariyê di navbera wan û HSDê de dike.