Nûjenkirinên li Kela Diyarbekirê berdewam dike

Li Kela Diyarbekirê 5. qonaxa nûjenkirinê destpê kir
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Kela Diyarbekirê 5. qonaxa nûjenkirinê destpê kir û 950 metreyên din yên kela Diyarbekirê tên nûjenkirin. Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu jî li ciyê ku nûjen kirin destpê kiriye serdan kir û xebatên nûjenkirinê ji nêzîk ve şopand. Munîr Karaloglu bal kişand ku kela Diyarbekirê nîşaneya serekî ya bajêr e û mîrateyeke binirx ya dîroka mirovahiyê ye. Loma jî parastin û nûjenkirina wê girîng e.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu li beşên ku xebatên nûjenkirinê destpê kirine û berdewam dikin yên kela Diyarbekirê geriya û ragihand ku bi piştgiriya Wezareta Hewildorî-Bajarvanî û Guhêrînên Seqayê paqijî û nûjenkirinên li hewildoriya Kela Diyarbekirê berdewam dike.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, piştî ku li şantiyeyên ciyê nûjenkirinê geriya ragihand ku li kela Diyarbekirê 4 qonax berdewam dikin û bi qonaxa pêncemîn jî dê 950 metreyên din yên kela Diyarbekirê bên nûjenkirin.

Munîr Karaloglu got: “Li qonaxa pêncemîn ya nûjenkirina kela Diyarbekirê de, dê 11 birc û 950 metreyên kelayê bên nûjenkirin. Ev beşa kelayê, beşa ku herê zêde zirar dîtîye û hatiye têk birin e. Bi talîmata Serokomar Erdogan û bi piştgiriya Wezareta Bajarvanî-Hewildorî û Guhêrînên Sekayê hem paqijiya li hewildoriya sûrên Diyarbekirê, hem jî nûjenkirina birc û kelayê berbi dawîyê ve diçe û înşelah teqrîben 500 roj bişûnde, hemû merheleyên nûjenkirinê dê bên temam kirin.”

Xebatkarên ku di nûjenkirinê de peywirdar in jî, radigihînin ku karê wan gelek baldarî dixwaze û zehmet e , lê rolgirtina di parastin û nûjenkirina ciyên wiha dîrokî û qedîm de jî wek şanazî bilêv dikin.

Davut Arslan jî li şantiya nûjenkirinê formenî dike û tîne ziman ku ew ewil destwerdanên ku hatine kirin, bi baldarî paqij dikin û piştre jî, li gor mîmarî û rastiya kelayê nûjeniyan dikin.

Arslan ji K24ê re diyar kir: “Bi rastî di nûjenkirina ciyên dîrokî de karkirin, ciyê kêfxweşiyê ye ku mirov rasterast di nav wê dîrokê de digere. Di karê me de, beriya çêkirinê, divê em zirar nedinê, loma jî baldariyeke baş dixwaze. Di berhemên dîrokî de, parastin, xala yekem e û yên din piştre tên. Em jî bi zanînê û bi kêf û xweşî karên xwe dikin.”

Hat ragihandin ku ligel nûjenkirinên li ser sûr û bircên kela Diyarbekirê tên kirin, li nav kelayê û derveyî kelayê jî li gor ku welatî û geştiyar bi hêsanî û baştirîn bigerin û bibînin, ji nûve tên sazûmankirin.