34 sal di ser tawana Enfalê re derbas dibin

Di wê tawanê de rêjîma Beis zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 34 sal di ser tawana Enfalê re derbas dibin. Enfal, yek ji tawanên mezin ên li dijî mirovahiyê ne ku ji aliyê rêjîma Beis a rûxandî li dijî gelê Kurd hate kirin.

Rêjîma Beis a Iraqê berî 34 li pêş civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê tawanê de rêjîma Beis zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Di êrîşa enfalê de artêşa Iraqê bi hemû cure çekên nû û teknolojiya nû ji asman û zemînê ve êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin.

di salvegera tawana Enfalê de îro li ber Monumenta Enfalê ya Çemçemalê merasîmek tê lidarxistin.

Ji aliyekî din ve, hejmareke din ji malbat û kesûkarên enfalkiriyan û rizgarbûyên tawana enfalê, çûn girtîxaneya Nogreselman û li wir ev ev tawana han bi bîr tînin.

Nogreselman yek ji zîndanên rêjîma Beis bû ku tê de gelek kes hatin enfalkirin, ew zîndan li başûrê Iraqê dikeve û yek zîndanên li ser asta Rojhilata Navîn bi nav û deng e.

Enfal yan proseya jenosid û qirkirina Kurd yek ji proseyên rêjîma Beis a rûxandî (1963 - 2003) bû, ku di 8 qonaxan re derbas bû.

Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya jinavçûyî 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.