Baroya Diyarbekir bo cihê diyarkirina gora Şêx Seîd û hevalên wî serî li Dadgeha Rêveberiyê da

Endamên malbata dixwazin cihê gora Şêx Seîd were aşkerekirin û wek Gora Bîrdariyê were dirustkirin.

Stenbol (K24) – Baroya Diyarbekir bo diyarkirina cihê gora Şêx Seîd li gel malbata wî serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê dabû. Ji ber ku wezaretê bersiva serîlêdanê neda, Baroya Diyarbekirê jî serî li dadgehê da.

Baroya Diyarbekirê li gel Komeleya Şêx Seîd di 16ê Sibatê de bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî serî li Wezareta Karên Navxweyî Ya Tirkiyeyê dabû.

Derbarê pêvajoya serîlêdanê de Baroya Diyarbekir da zanîn ku wezaretê di dema yasayî de bersiva baroyê nedaye û ev yek ji aliyê hiquqî ve tê wateya redkirinê.

Li ser vê yekê jî Baroya Diyarbekir radigihîne ku wan serî li Dadgeha Rêveberiyê ya Enqereyê daye ku biryara redkirinê bide rawestandin.

Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29ê Hezîrana sala 1925an de li Qada Deriyê Çiyê ku paşê navê qadê wek Qada Şêx Seîd hatibû guherîn hatibûn darvekirin.

Endamên malbata dixwazin cihê gora Şêx Seîd were aşkerekirin û wek Gora Bîrdariyê were dirustkirin.