Fuad Husên li Tehranê: Iraq û Îran hevbeş in

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên eşkere kir, welatê wî nabe pêgeha êrîşkirina ser ti welatekî, Bexda û Tehran asayîşa wan a hevbeş heye.
Fuad Husên di hevdîtina ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de ragihand, Iraq pabend e bi bilindkirina ast û hevkarî û hevahengiyên xwe yên ligel Îranê.
Husên diyar kir, Iraq nabe pêgeha êrîşkirina ser asayîşa Îran û ti welatekî din ê navçeyê û got: “Iraq amade ye alîkariya zêdetir a Îranê di warê asayîşê de bike û rêgirî li her gefekê jî dike ku bi ser berjewendiyên Tehranê de were kirin.”
Ji aliyê xwe ve Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand, Iraq û Îran ji aliyê ol û mezheban ve hevbeş in, pêwendiyên navbera Tehran û Bexda gihîştiye asta biratiyê.
Îbrahîm Reîsî herwiha got: “Bexda û Tehran asayîşa wan a hevbeş heye.”