Dadgehê derbarê Altan Tan de biryara cezayê zindanîkirinê da

Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ragihand ku bi hinceta ku di bernameyeke CNN Turkê de “propagandaya PKKê kiriye" cezayê girtinê lê hatiye birîn.
Altan Tan
Altan Tan

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ragihand ku bi hinceta ku di bernameyeke CNN Turkê de “propagandaya PKKê kiriye" cezayê girtinê lê hatiye birîn.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku bi tohmeta “propagandaya PKKê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtigehê li wî hatiye birîn.

Altan Tan dibêje: “21emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê di encama provokasyon û heqaretên Hulki Cevîzoglu yên di bernameya Ahmet Hakan a CNN Turkê de doz hatibû vekirin û ji ber propagandaya PKKê salek û 3 meh cezaya girtîgehê li min birî.”

Herwiha Altan Tan diyar kir ku ew ceza nehatiye paşxistin.