Li Bedlîsê 4 polîs bi zindanîkirina heta hetayê hatin cezakirin

Dadgeha Sizayê Giran a Yekem a Bedlîsê di doza kuştina Orhan Gunbay de ku 4 polîs di çarçoveya dozê de dihatin darizandin biryara xwe da.
4 polîs bi zindanîkirina heta hetayê hatin cezakirin
4 polîs bi zindanîkirina heta hetayê hatin cezakirin

Diyarbekir (K24) - Dadgeha Sizayê Giran a Yekem a Bedlîsê di doza kuştina Orhan Gunbay de ku 4 polîs di çarçoveya dozê de dihatin darizandin biryara xwe da. Polîsên li Bedlîsê Orhan Gunbay kuştibûn bi sizayê heta hetayî hatin cezakirin.

Di 16ê Kanûna 2019an de li Tetwana Bedlîsê Orhan Gunbayê ku ajokar bû bi gulleyên polîsan hatibû kuştin û wê demê hatibû ragihandin ku di wesaîta Orhan Gunbayî de koçberên qaçax hene û polîsan xwestine wî rawestînin, lê Orhan Gunbay ranewestiyaye û reviyaye  û polîsan teqe lê kirine û jiyana xwe ji dest daye.

Di çarçoveya wê bûyerê de Dadgeha Sizayê Giran a Yekem a Bedlîsê di doza kuştina Orhan Gunbay de ku 4 polîs di çarçoveya dozê de dihatin darizandin biryara xwe da.

Polîsên li Bedlîsê Orhan Gunbay kuştibûn bi sizayê heta hetayî hatin sizadan, lê piştre ji ber "rewşa baş" cezayê zindanîkirinê bo 25 salan hat daxistin. Polîsên ku li bajarên cuda ser peywira xwe bûn hatin girtin û bo girtîgehê hatin veguhastin.

Mafnas balê dikêşin biryar ser wê yekê ku ev biryar balkêş e, di gelek bûyerên wisa de polîs nedihatin sizadan û bûyerên bi vî rengî jî berdewam bûn.