Mesrûr Barzanî gihîşte Stenbolê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşte Stenbolê û biryar e piştî demeke kin, ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşte Stenbolê û biryar e piştî demeke kin, ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Li ser vê mijarê, Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro înê 15ê Nîsana 2022yan bi serdanekê gihîşte Tirkiyê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Ofîsê eşkere kir ku di civînê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û guherîn û geşedanên Iraq û navçeyê dê werin gotûbêjkirin.