Li Tirkiyê dawet bo ezeban her diçe zehmettir dibe

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê zêdebûna enflasyon û bihabûnê, tesîreke xerab li ser jiyana niştecîhên li wî welatî dike û avakirina jiyanên nû jî zehmettir dike. Gêncên amadekariya zewacê dikin, ji ber zêdebûna lêçûn û bihabûnan zehmetiyên mezin ên maddî dikêşînin. Li gor beriya salekê lêçûna dawetekî li vî welatî du qat zêdetir bûye ku bo kesên plansaziya dawetê dikin bûye derdeke mezin e.

Bi nêzîkbûna havînê liv û kelecana dawetan jî li Tirkiyê zêdetir dibe. Lê belê zêdebûna enflasyon û bihabûnê ji bo gêncên ku amadekariya zewacê dikin derd û kêşeyeke mezin e.

Bahoz Bîlal Meyvecî ku ber ev payîzê ve daweta xwe bike, ew jî wek gelek gêncan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gazind e û amaje dike di şertên giran ên maddî de li vî welatî dawet û avakirina malekê her diçe zehmettir dibe.

Bahoz Bîlal Meyvecî ji K24ê re got: “Zewac niha bûye derdeke mezin. Anha mehê heqê kire xaniyan herî erzan ji 3 hezar lîreyê Tirkiyê dest pê dike. Lêçûnên dawetê ne tê da, anha tenê avakirina xaniyekê 100 hezar lîre pere divê tu xerc bikî. Li gel vê mesrefên zêr jî heye. Min niha hisab kiriye ji bo dawetê 350 hezar lîreyê Tirkiyê pere diçe.”çLi gor amarên fermî yên saziya Îstatîstîk a Tirkiyê sala borî li vî welatî, 560 hezar kes zewiciye. Îsal tê çaverêkirin herî kêm nîv milyon kes bizewice. Lêçûn û maliyeta daweta îsal li gor beriya salekê ji%50 zêdetir e.

Gokhan Kazin dibêje: “Bihayên televîzyon, sarnic û kelûpelên din ên malê ku min par kirîbûn, îsal du qat zêdetir bûne. Li gel vê kirêkirina salona dawetan jî herî kêm bi 25 hezar lîreyê dest pê dike. Dema min par daweta xwe kir bi giştî 210 hezar lîre pere ji kîsê min çû, lê niha bo dawetekî herî kêm 400 hezar lîre pere pêwîst dike.”

Zêdebûna bihayên zêr, cilên bûkanî, kelûpelên mal, bihayên xaniyan ji bo xwediyên dawetan kêşeyeyek mezin e. Ji ber rewşa nediyarî û krîza aborî xuya ye ev kêşe heta demeke din jî dê bidome.