Serdema nû ya geştiyariyê li Bakur bi bizav û hêviyên baş dest pê dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Serdema nû ya geştiyarî destpê dike, geştiyarkarên li Diyarbekirê radigihînin ku îsal ji aliyê geştiyarî ve, bizavên baş hene û bi hêvî ne ku serdema îsal ya geşt û geştiyarî baş derbas bibe. Geştiyarkar radigihînin ku bi taybet piştî cejna Remezanê, dê serdanên girseyî û zêdeyên geştiyarî ji bo bajarên bakûr destpê bikin û niha jî rewş di asteke baş de ye. Geştiyarkar jî ragihandin ku Kurdistan ji bo geşt û gerê xwedî taybetmendiyên cudareng û dewlemend e.

Bi destpêka biharê re, serdema nû ya geştiyarî li Diyarbekirê bi bizav û baş destpê kiriye. Li gel gelek şûnwarên dîrokî û geşt û gerê, Kela Zêrzevanê jî xaleke girîng e ku geştiyar serdan dikin. Vê carê jî grubekî ji 70 kesan pêkhatî Kurdên ku li Ewrûpayê dijîn, serdana welatê xwe û kela Zêrzewanê diikin.

Geştiyarkar Dogan Şan bal kişand ku salên borî ji ber pandemiyê geştiyarî qels bûbû. Lê îsal hem ji nav Tirkiyê û hem jî derveyî Tirkiyê, serdan gelek zêde bûne û bi taybet piştî cejnê dê Diyarbekir û bajarên bakûr bibin xalên serdanên geştiyarî.

Geştiyarkar Dogan Şan ji K24ê re got: “Roşbaş ji kela Zêzewanê. Em îro gelek kêfxweş û baş in. Ji ber ku îro 70 mirovên me hatine welatê xwe. Gişt ji Rojavayê Kurdistanê ne, lê teqrîben 100 sal berê gişt çûyîna Ewrûpayê û li wê derê mane. Niha jî wek geştiyar hatine welatê xwe û hefteyekîye ku li vê derê ne. Nêzîkî mehekî ye me her tiştên xwe amade kirîye û em amade ne ji bo meha Gulanê. Îro min ji bo 10 otêlan telfon kiriye, lê cîh nema ne. Diyar e sezoneke baş û xweş ya geştiyarî li bajarê me yê qadîm Diyarbekirê destpê dike.”

Ev Koma ku teqrîben ji 70 kesan pêk tê û hefteyek e li Diyarbekirê û bajarên Bakur serdanan dikin, gişt ji eşîra Haco’yîya ne û bi kêfxweşî û şanazî behsa xweşiya serdanên xwe dikin.

Tosin Haco û Benda Haco jî hevjîn in û balê dikşînin ku her ciyekî Kurdistanê, xwedî taybetmendiyên cuda yên sirûştî, dîrokî û çandî ne.

Geştiyar Tosin Haco dibêje:”Bi rastî dema ku em têne welatê xwe hêstewar dibin û gelek kêfxweş dibin. Em bi eslê xwe ji bakûrê Kurdistanê ne. Piştre binemala me nefî bûne û çûyîne Rojavayê Kurdistanê û her carê ku em tên vê derê, em li xwe vedigerin. Loma jî hatine vir ji bo me gelek xweş e. Em ji bo şahîyekî hatibûn Diyarbekirê û me xwest ku em ciyên dîrokî û çandî bîbînin û Zêrzewan bi rastî ji dîroka Kurdistanê ye.”

Geştiyar Benda Haco diyar dike: “Li vê derê her bajarekî û her deverekî dibînim ku xwedî taybetiyeke cuda ye. Em çûne Dêrsîm, em çûne Wanê û em çûne Mêrdînê. Yanî her yek ji wan gelek jihev kifş dibin. Diyarbekirê jî min tenê wek bajarekî dizanî, lê min nedizanî ku hewildoriya Diyarbekirê jî ew qasa xweş e. Loma jî gelek kêfxweş bûm û ji sedî sed ezê careke din jî bêm. Miletê me yê li vir jî miletekî vekirî ye, ji bo her daxwaziyê alîkarî dikin. Yanî mirov dibîne ku dilê wan vekirî ye û gelek kêfa min ji wê helwesta wan re hat.”

Ciwanên Kurd yên ku li Ewrûpayê ji dayîk bûne û nû nû serdana welatê bav û kalê xwe dikin jî bi hêstên xweş behsa serdana xwe dikin.

Geştiyar Stêr Haco: “Cara duyem e ku ez hatime Diyarbekirê û ez gelek kêfxweşim. Welatê me ye û welatê me jî gelekî xweş e.”

Geşiyar Agirî Haco: “Vê carê em bes li Amedê geriyan, lê berê jî carekî hatibûm, em li Wan û Tatwanê geriyabûn. Lê her ciyekî gelekî xweş in û her carê ku em tên vê derê bixwe xweş e. em yekem carê tên vê derê û vî cîyî jî nû dibînim. Lê hemû jî xweşî ne.”

Geştiyarkar balê kişandin ku li gel li Tirkiyê qeyrana aborî tê axaftin û şerê Rûsya û Ukranya dewam dike jî, bi hêvin e ku serdemeke baş ya geşt û geştiyarî derbas bikin.