Li Kerkûkê 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Operasyoneke lêgerîna li paşmayên DAIŞê li başûrê Kerkûkê hatiye destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê pênc çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin û operasyoneke lêgerîna li paşmayên DAIŞê li başûrê wê parêzgehê tê kirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de desteserkirina 5 çekdarên DAIŞê li çend navçeyên cuda ên parêzgeha Kerkûkê ragihand.

Diyar kir jî, ew her 5 terorîst ji paşmahiyên çeteyên DAIŞê ne û di nav baskê (Dîwana El-Cund – piştevaniya lojistîkî) de kar dikin.

Ji aliyekî din ve Polîsa Federalî ya Iraqê ragihand, wan li geliyê Miêzîlê yê li başûrê Kerkûkê şikefteke DAIŞê bi temamî têk dane û dest danîn ser çend perçeyên çek, teqemenî û kelûpêlên din ên çekdaran.

Ji hefteya borî ve, hêzên Iraqî li navçeyên başûrê Kerkûkê dest bi operasyona “Çakûça Hesenî” kirine, ji bo lêgerîn û wêrankirina şikeft û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê.