Komîteya lêkolînê ya Îraqî: Ti belgeyek li ser hebûna baregeha Mossadê li Hewlêrê nîne

Berpirsên Iraqî: Yek delîl jî nîne piştgirîya îdiayên Îranê bike ku baregeheke îstixbarata Îsraîlê (Mossad) li bajarê Hewlêrê heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsên Îraqî yên pêwendiya wan bi lêkolînên derbarê bombebarana balistîk a Îranê ya meha borî li ser Hewlêrê re hene, piştrast kirin ku desthilatdarên Îraqî yên ku bi dosyaya “sîxuriyê” re têkildar in, yek delîl jî nedîtin ku piştgirîya îdiayên Îranê bike ku baregeheke îstixbarata Îsraîlê (Mossad) li bajarê Hewlêrê heye.

Berpirsên Iraqî bi mercê ku navê wan neyê aşkerekirin ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re axivîn û gotin, Îranê pêştir hikûmeta Bexda û Hewlêrê ji dilgiraniya xwe ji hebûna opozîsyona Îranê li Herêma Kurdistanê agahdar kiribû. Heta piştî bombekirina mala karsazê Kurd Baz Kerîm jî, wê ti carî behsa Mossadê nekiribû.

Wan berpirsan amaje bi wê yekê jî kirin ku Îran ji bo Hewlêrê bombebaran bike, tenê hebûna Îsraîlê wek bihane girtiye.

Yek ji berpirsên Îraqî got: "“Bexda ji alîyê Îranî xwast ku tohmetên xwe yên derbarê Mossada Îsraîlî bi belgeyên ku dikarin bên şopandin xurt bikin û tevî ku Bexdayê çend caran ev daxwaza xwe ji Îranê dubare kiriye jî, lê Îranê nekir.

Berpirsekî din ku parlamenterekî serbixwe yê Îraqê ye û beşdarî civînên lêkolînê bûye, piştrast kir ku “Tiştên ku balyozê (berê) yê Îranê Îrac Mescedî behsa wan kiriye, ne bes bûn ku hebûna baregeha Mossadê piştrast bikin, wî ti zanyariyeke kêrhatî neda û tenê tometên wî li ser bingeha gumanê bûn.

Herdu berpirsên Iraqî tekez kirin ku tîmeke teknîkî ya lêkoleran, lêkolîneke kûr li ser mala li Hewlêrê hatiye armanckirin kirin û ti delîl nedîtin ku piştgirya tohmetên Îranê bike. Li gorî yek ji berpirsan, xaniyê hatiye armankirin, nîşana avahiyek sivîl a bêguman dide.

Roja13ê Adara borî, Supaya Pasdarên Îranê îdia kiribû ku wê “navendeke stratejîk a Îsraîlê” li Herêma Kurdistanê bi 12 mûşekên balîstîk armanc kiriye. Diyar kir jî, ew operasyon weke bersivekê bû li ser kuştina du efserên wê di êrîşeke Îsraîlê de li nêzîkî Şamê.