Mesîhiyan li Diyarbekirê cejna Qiyamê pîroz kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Cejna Qiyamê ya Mesîhiyan li Dêra Protestan a Diyarbekirê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de kurte konsertek hat dayîn, ji Încîlê dua hatin xwendin. Beşdarên pîrozbahiyê jî peyamên aştî û aramiyê dan.

Li Diyarbekirê di navçeya navendî ya dîrokê Sûrê de li Dêra Protestan a Diyarbekirê mesîhî hatin cem hev û pêşwaziya Cejna Qiyamê kirin û bawerî ew e ku Hezretê Îsa di vê rojê de ango piştî 3 rojan ji mirina xwe ber bi asîmanan ve bilind dibe. Ev roj jî wek Cejna Qiyamê tê pîroz kirin. Berpirsê Dêra Protestan a Diyarbekirê Ahmet Guvener amaje kir ew keyfxweşin ku piştî 2 salan ku ji ber pandemiyê pîrozbahî sînordar bûn dîsa bi awayeke serbest cejna xwe pîroz dikin û peyama aştî û aramiyê da.

Berpirsê Dêra Protestan a Diyarbekirê Ahmet Guvener ji K24ê re got: “2 sal ji ber pandemiyê bi pirsgirêk bû ji bo me. Me nedikarî li gorî dilê xwe pîrozbahiyê bikin. îsal em bi coş û kelecan in. Cejna Qiyamê bo me pîroz û watedar e. Bi mirina Hezreta îsa em ji gunehên xwe rizgar dibin û bi qiyama wî jî em pak dibin.”

Di pîrozbahiya Cejna Qiyamê ya li Dêra Protestan a Diyarbekirê hatî li darxistin de kurte konsertek hat dayîn, beşdaran bi hev re stran gotin û ji Încîlê jî dia hatin xwendin. Yek ji beşdarên pîrozbahiyê Weysî Arca jî amaje kir ku kelecana Cejna Qiyamê hestek cawaz e û ew gelek keyfxweş e ku beşdarî pîrozbahiyê dibe.

Weysî Arca dibêje: “Ez vê sibê rabum, min cilê xwe li xwe kirin. Îro ji bo me îd e. Ez gelek keyfxweş im ku li vê derê me. Em li vê derê wek malbatekê ne. Em li gel xwişk û birayê xwe ne.”

Di navbera Dêrên Ewropa û Dêrên Rojhilata Navîn de her çiqas dema pîrozkirina Cejna Qiyamê de nakokî hebin jî bi giştî di meha Nîsanê de rojên şemiyê tê pîrozkirin û li gorî mezheban jî ev dîrok tê guherîn.