Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Amerîka yê li Bexdayê civiyan

Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Amerîka yê li Bexdayê li ser raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê pirsa mafên mirovan û çend mijarên din de civiyan.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Amerîka yê li Bexdayê li ser raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê pirsa mafên mirovan û çend mijarên din de civiyan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Wezîrê Derve Fuad Husên ligel Balyozê Amerîkayê Matthew H. Tueller li ser mijara mafên mirovan û pêwendiyên hevbeş ên navbera Bexda û Washingtonê, civiyan.

Wezareta Derve ya Iraqê eşkere kir, Fuad Husên kurteyek li ser rewşa Iraqê û kêşeyên li ber pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê piştî hilbijartinên 10ê cotmeha 2021ê pêşkêş kir, ji bilî wê, mijarên navçe û navdewletî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî encamên şerê Ukrayna û bandora wê bo ser aborî û mijara asayîşa xurekê li cîhanê.

Fuad Husên encama serdana xwe bo Tehranê ji Matthew H. Tueller re eşkere kir, beşeke mezin a serdanê ji bo dosyeya atomî ya Îranê bû.

Li gor daxuyaniyê, Balyozê Amerîkayê hewldanên Iraqê li ser navbeynkariyê bilind nirxand, piştevaniya Washingtonê li ser vê mijarê bo Bexdayê ragihand.