Li Herêma Kurdistanê budceya projeyan bi yeksanî tê dabeşkirin

Pişka şêr ya projeyan, ji parêzgeha Silêmanî û Helebceyê re ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser binemayeke dadperwerane budceya projeyan bi ser parêzgehan de dabeş dike. Di vî warî de jî pişka şêr ji parêzgeha Silêmaniyê re ye ku % 43 ji parêzgeha Silêmaniyê, Helebce û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê re hatiye terxankirin, % 34 ji parêzgeha Hewlêrê û îdareya serbixwe ya Soran re û % 23 jî ji parêzgeha Duhokê û îdareya serbixwe ya Zaxo re hatine terxankirin.

Birîkarê Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê Agirîn Ebdulla ji K24ê re ragihand, “Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê ku li gor rênimayên Serokatiya Encûmena Wezîran, plana xwe datîne û karên xwe cibicî dike, bi rêjeya ku ji bo parêzgehan hatiye danîn pabend e, ew jî wiha ye: % 43 ji parêzgeha Silêmaniyê, Helebce û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê re, % 34 ji parêzgeha Hewlêrê û îdareya serbixwe ya Soran re û % 23 jî ji parêzgeha Duhokê û îdareya serbixwe ya Zaxo re ye.”

Li hemû wezaretan li ser vê bingehê budce tê terxankirin. Di vê derbarê de jî, Rêveberê Plandananê yê di Wezareta Şarewaniyê de Nizar Temer dibêje: “Hemû proje li gor hejmara rûniştvanan li ser parêzgehan tê dabeşkirin. Piştî parêzgehan, ji bo qezayan jî heman peyrew tê meşandin.”