Cadiz birînên Barcelonayê kûr dike û zincîra wê ya bê “têkneçûn” birî

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Cadiz di lîstika şeva borî ya li “Camp Nou” de mêvandara xwe Barcelona matmayî kir û bi golek bêberanber têk bir.

Di gera 32emîn a La Lîgaya Îspanyayê de, Barcelona şeva borî mêvandariya Cadiz kir û encama (0 - 1) têk çû.

Gola tekane ya Cadiz bi riya stêrka xwe Lucas Perez di xuleka (48) de hat tomarkirin.

Bi vê têkçûnê, Barcelona bi 60 pûanan di rêza duyemîn de rawestiya û bi 15 pûanan li paş Real Madrîdê (75 pûan) ket.

Bi vê têkçûnê re jî, zincîreya Barcelonayê ya têkneçûna 15 lîstikan li pey hev hate qutkirin. Berî vê lîstikê, Barcelona 11 serkeftin û 4 wekhevî li pey hev bi dest anîbûn.

Herwiha ev têkçûna duyem a Barcelonayê li ser meydana xwe ye di heyama 4 rojan de ku roja Pêncşema borî di çarîk-fînala Lîga Ewropayê de li hember Eintracht Frankfurt têk çû bi encama (2 - 3) têk çûbû.