Mesrûr Barzanî ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de bo Brîtanyayê, ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Brîtanyayê, ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.

Di civînê de rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û guherînên herî dawî yên navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, mijarên din ên civînê bûn.