Sînemagerên Kurd hewla karên çaktir ji bo sînemaya Kurdî didin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di festîvala fîlman a navdewletî ya Stenbolê de îsal ji salên berê ciyawaztir gelek fîlmên derhênerên Kurd bo pêşbaziya asta neteweyî û navneteweyî hatin hilbijartin. Lîstîkvan û derhênerên Kurd jî bi rol û xebatên xwe yên hunerî hewl dan ku di festîvala îsal de li ser sînemaya Kurdî karên baştir nîşan bidin.

Di 41emîn Festîvala Fîlmên Stenbolê ya Navdewletî de li gor salên berê hejmareke zêde fîlm û derhênerên Kurd cîh girtin, beşdarên festîvalê eleqeyeke mezin nîşanî fîlmên Kurdî dan.

Yek ji wan fîlmên Kurdî fîlma ‘Ezmûn’ a ku ji hêla Şewket Emîn Korkî ve li Herêma Kurdistanê hatibû kişandin.

Derhêner Şewket Emîn Korkî ji K24ê re got: “Fîlm dramayeke komeleyatî ye. Du keç aktorên sereke ne. Balê dikêşîne ser girîngiya perwerdehiyê. Meseleya jinan jî di fîlmê de tê raxistin ber çavan. Astengiyên li ber keçan di warê perwerdehiyê de û helwesta malbatan beramberî zarokên hewla xwendinê didin tê behskirin. Ez hêvî dikim bi rêya fîlmê ev meseleya di warê perwerdehiyê de rû dide bi hevkariya malbat û hikûmetê were çareserkirin.”

Lîstîkvan Vania Salar jî dibêje: “Karaktera Rojîn ku ez pê dileyzim karaktereke gelek serincrakêş û xweş e. Rojîn hewl dide di ezmûna zankoyê de bi ser keve û biçe zankoyê lê di vê qonaxê de gelek astengî û berbest tê pêşiya wê. Li aliyekê fişareke malbatê jî li ser wê heye. Bi alîkariya xwişka xwe bi hev ra hewl didin wan astengiyan têk bibin.”

Fîlma ‘Beriya Şevê’ ya ku derhêneriya wê Alî Kemal Çinar dike cara yekem di festîvala fîlman a navdewletî ya Stenbolê de tê nîşandan û fîlm di asta pêşbaziya neteweyî de cîh digire.

Derhêner Alî Kemal Çinar got: “Fîlma ‘Beriya Şevê’ li Amedê behsa jiyana malbatekê di serdema şerê li Sûrê de dike. Di vê serdemê de têkiliya neferên vê malbatê dê, bav û zarokê dike. Dema şerê li Sûrê ye jî û qala tesîra wê şerê li ser malbatê jî dike. Qala karakterên cuda jî di vê fîlmê de dikim. Li deverekê bajêr şer heye lê li devereke din a heman bajêr jiyan bi awayeke normal berdewam dike. Di fîlmê balê dikêşînim ser vê yekê jî.”

Lîstîkvan Gulbîn Bozan da zanîn: “Di fîlmê de em jiyana 3 kesan dibînin. Ez di rola keçeke hunermend nîgarkêş de dileyzim. Di jiyana xwe ya taybet de di nava lêgerînekê de me jî. Zehmetiya vê rewşê nîşan didim. Fîlmeke piçekî psikolojîk e. Fîlm rastiya jiyanê radixe ber çavan. Yanê li aliyekê tiştekê awarte diqewime li aliyekê jî jiyan bi awayekê dewam dike. Rewşa heyî radixe berçavan fîlm.”

Ji xeynî Korkî û Çinar derhênerên Kurd Bahman Ghobadi bi fîlma xwe ‘Çar Dîwar’, Kurdwin Ayoub bi fîlma xwe ‘Sonne’, Arsalan Amirî bi fîlma xwe ‘Zalava’ beşdarî festîvala Stenbolê bûn.

Di festîvalê de bi giştî 135 fîlmên metrajdirêj û 22 kurtefîlm di asta neteweyî û navneteweyî de cîh digirin.