Serdana geştiyaran bo Diyarbekirê zêde bûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li gorî Gerînendehiya Çand û Geştiyariya Diyarbekirê, li gorî 3 mehên pêşî yên sala 2021an, di 3 mehên pêşî yên îsal serdana geştiyaran bo Diyarbekirê %30 zêde bûye û di hemû qadên geştiyariyê de Diyarbekir dikare geştiyaran bikêşe bajêr.

Li Diyarbekirê şûnwarên dîrokî yên wisa hene ku dikarin di her çar demsalan de geştiyaran bikêşin û eleqeya geştiyaran jê kêm nabe. Yek ji wan deveran jî Pira Deh Derî ye ku dema kurden ji derveyî Diyarbekir serdana vê derê dikin bê govend ji pirê derbas nabin. Her wiha Pira Deh Derî yek jinavendên wênekêşînê ye jî. Gelek komên geştiyaran ên ji derve tên Diyarbekir pêşî berê xwe didin Pira Deh Derî û amaje dikin atmosfera Diyarbekir bi her awayî efsunî ye û dibêjin dîroka zindî ya Diyarbekir hêjayî dîtinê ye.

Diyarbekira ku hemû cureyên geştiyariyê lê zindî ye di Meha Remezanê de bi Geştiyariya Olî ya dewlemend jî bala geştiyaran dikêşe. Fevzî Yilmaz ê ku ji Edeneyê hatiye Diyarbekir dibêje bi salan dile wî de mabû ku Mizgefta Hezretê Silêman bibîne û keyfxweş e ku ev xwesteka wi bi cih hatiye.

Li gorî daneyên fermî yên Gerînendehiya Çand û Geştiyariya Diyarbekir di 3 mehên pêşî yên sala 2021an de 106 hezar û 240 geştiyaran serdana Diyarbekirê kiribûn û di 3 mehên pêşî yên îsal de jî 138 hezar û 619 geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine ku ev yek tê wê wateyê li gorî sala borî ji niha ve serdana geştiyaran bo Diyarbekirê %30 zêde bûye.