Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Londonê pêşwazî li Tony Blair kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Londonê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvara çarşemê 20ê Nîsana 2022yan li bajarê Londonê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê hat gotûbêjkirin, bi taybetî çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de.