Çavuşoglu rexne li welatên NATO digre

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku ew li bendê nebûn ev şer ewqas dirêj bibe û got hinek welatên NATO dixwazin ev şer berdewam bike.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke televizyonî de şerê Rûsya û Ukrayna nirxand û eşkere kir ku ew li bendê nebûn ev şer ewqas dirêj bibe û got hinek welatên NATO dixwazin ev şer berdewam bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di vê bernameya televizyonî de bersiva gelek pirsan da û şerê Rûsya û Ukraynayê nirxand. Di vê nirxandina xwe de, Mevlut Çavuşoglu xaleke balkêş di derbarê şerê Rûsya û Ukrayna de anî ziman.

Çavuşoglu got: “Heta civîna NATO em difikirîn ku şer zêde dirêj nake. Lê piştî civîna NATO em gihiştin wê baweriyê, welatên ku dixwazin ev şer berdewam bike hene. Armanca wan jî paşdexistina Rûsyayê ye.”

Derbarê êrîşên li ser Bucha de jî got ku ew wek Tirkiyê 15 sal in dibêjin ku êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukrayna nayên qebûlkirin û got: “Nabe Ukrayna wek qada rikeberiyê were dîtin. Ev 15 sal in em dibêjin. Êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê nayên qebûlkirin. Lê dema misogerkirina ewlekariyê û xalên din dibin mijara gotinê, aliyên ku dixwazin ev şer berdewam bike hene. Rûsya jî li gorî xwe sedemên xwe hene ku dikeve nav vî şerî. Ewê jî gelek windahî dan dibêje bila tiştek bikeve destê min emê piştre bisekinînin. Xalên ku li ser gotubêj dikin mijarên zor in.”

Çavuşoglu herwiha got: “Me dizanî hevdîtinek zelal ji civîna Antalyayê dernakeve, lê piştî hevdîtinên Stenbolê hêviyekî me çêbibû. Dê piştî çend rojan belgeyên hatin amadekirin ji serokan re bihatana şandin lê qetlîam çêbû û rewş xirap bû. Alî ji peymana Stenbolê dûr ketin.”

Rûsyayê di 24ê Sibata îsal de êrîşa li ser Ukrayanyê dest pê kir, ku îro ev êrîş derbasî 54mîn roja xwe bû.