"Parastina statuya Herêma Kurdistanê erkê hemû Kurdan e"

Dîplomasiya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li cîhanê tê kirin ji aliyê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ve jî bi berz tê nirxandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Dîplomasiya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li cîhanê tê kirin ji aliyê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ve jî bi berz tê nirxandin. Şîrovekarên siyasî yên Bakur dibêjin; Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiye û Brîtanyayê li navxwe û derve bihêzbûnê nîşan dide û ev jî ji bo hemû kurdan cihê şanaziyê ye. Li gorî şîrovekaran; Herêma Kurdistanê yek ji navendên seqamgîrî û aramiya navçeyê ye û erkê hemû kurdan e ku statuyê Herêmê biparêzin.

Hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel welatên cîran û cîhanê ji aliyê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ve jî bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî Tirkiye di warê sîyasî û abûrî de pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêz dike.

Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazan ya Başûrrojhilat (GUNSÎAD) û şîrovekarê siyasî Şahîsmaîl Bedîrhanoglu got; Herêma Kurdistanê bi cîhanê re pêwendiyên xwe bihêz dike û Tirkiye jî vê yekê dibîne. Li gorî Bedîrhanolgu,  Tirkiye dixwaze bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên dostane bihêz bike û ji enerjiya Herêmê sûdê werbigire.

Şahîsmaîl Bedîrhanoglu ji K24ê re diyar kir: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê ne tenê bi Tirkiyeyê re, bi cîhanê re dixwaze pêwendiyên xwe bihêztir bike. Tirkiye jî siyaseta xwe ya li ser Herêma Kurdistanê guherand. Pêwendiyên siyasî û abûrî pêş dikevin. Di nava dewletên cîran de pêwendiyên Tirkiye herî zêde bi Herêma Kurdistanê re baş e. Rêveberên Herêmê serdana navendên cîhanê dikin. Li Herêmê enerjiyeke mezin heye, Herêm dixwaze vê enerjiyê bigihîne bazara cîhanê.  Enerjî, Herêma Kurdistanê dike yek ji navendên li Rojhilata Naverast, bi vê yekê dê hizûr û aramiya Herêmê jî zêdetir bibe.”

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, hevdîtin û pêwendiyên li gel welatên cîran û cîhanê  destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî Bexda û li navçeyê bihêz dike. Şîrovekar dibêjin; bihêzbûn û hemahengiya bi welatên cîran û cîhanê re di mijara enerjî û hevkariya ewlekariyê de seqamgîriyê bi xwe re tîne.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcle û Şîrovekarê Siyasî Vahap Coşkun got, hem li navçeyê hem jî li cîhanê rewşeke nû heye, şerê Ukrayna û Rusya ji aliyê enerjiyê ve ji bo welatên Ewrûpayê pirsgirêkên mezin bi xwe re anî, Herêma Kurdistanê û Tikriyeyê  dixwazin vê fersendê bi kar bînin.

Vahap Coşkun destnîşan kir: “Li gorî min mijara serdana Mesrûr Barzanî ya dawiyê ne tenê enerjî bû. Îro li Iraqê jî rewşeke nû heye. Pirs ev e; gelo piştî hilbijartinê dê li Iraqê sîstemeke çawa were danîn, dê hikûmeteke çawa bê avakirin? Ev pirsgirêk in. Di vê sîstemê de Kurd dê çawa cih bigirin, dê bandora Îranê li ser Iraqê berdewam bike an dê bê bidawîkirin? Ev hemû pirsgirêkên siyasî yên mezin in. Tirkiye jî dixwaze di vê rewşa nû de rolekê bilehîze.  Ev yek hem ji bo abûrî hem jî ji bo siyaseta Tirkiyeyê girîng e, Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêz bike.”

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiye, Sûrî û Îranê ji berê ve hewlan dide û dixwaze bi riya aşitî û demokrasiyê ev pirsgirêk çareser bibe. Şîrovekar amaje bi wê yekê dikin ku serkeftin û serferaziya Herêma Kurdistanê ji bo hemû kurdan cihê şanaziyê ye û parastina statuya Herêma Kurdistanê erkê hemû Kurdan e, reşkirin û propagandayên bêbingeh nikare rê li ber bihêzbûna Herêma Kurdistanê bigire.