Li Tirkiyê mijara vegerandina penaberan di rojevê de ye

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna partiya xwe de got, dema ku şert û mercên guncav çêdibin penaber dê bi dilxwazî biçin.
Li Tirkiyê mijara ji paş ve şandina penaberan dîsa di rojevê de ye
Li Tirkiyê mijara ji paş ve şandina penaberan dîsa di rojevê de ye

Enqere (K24) - Li Tirkiyê mijara ji paş ve şandina penaberan dîsa di rojevê de ye. Hebûna penaberan û fişara opozîsyonê girjiya siyaseta navxwe bilind kir. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna partiya xwe de got, dema ku şert û mercên guncav çêdibin penaber dê bi dilxwazî biçin.

Li Tirkiyê di rojên dawîn de nîqaşên liser penaberan dîsa bûn sedema qeyranek siyasî. Partiya opozîsyona sereke CHPê derbarê siyaseta penaberan de, pirsên xwe li avahiya navenda giştî ya CHPê vekirin. Parlementerê berê yê Partiya IYI Umît Ozdag bi dirûşmeya ji paş ve şandina penaberan partiyeke nû ya siyasî damezrand.

Lêkolînên civakî nîşan didin ku dijayetiya penaberan di nav welatiyên Tirkiyê de roj bi roj zêde dibe. Dawiya sala borî ji ber nîqaşa şiyana kirrîna mûzan, di nav penaberên Sûrî de wek bertek şepolek girtina vîdyoyên mûzxwarinê destpêkiribû. Li ser nerazîbûna raya giştî ya Tirkiyê, penaberên ku di vîdyoyên medyaya civakî de mûz dixwarin hatibûn dersînorkirin.

Serokê Lêkolînên Koç û Penaberiyê (IGAM) Metîn Çorabatir ji K24ê re diyar kir: “Mixabin partiyên siyasî bi helwêsta li dijî penaberan, li dû standina dengan in. Ev helwêsta li dijî penaberan, di dahatûyê de dê bibe sedema kêşeyên mezin. Dibêjin emê penaberan ji Tirkiyê derxînin. Lê belê nizanin ku bo vegerîna penaberan hewceye şertûmercên ku wan dike penaber ji holê rabin.”

Li aliyê din beşek ji şarezayan jî dibêjin, hewce bû polîtîkayên qebûlkirina penaberan hatiban cîbicîkirin.

Şarezayê Lêkolînên Penaberan Prof. Veysel Ayhan destnîşan kir: “Şertên xirab yên aboriyê, nêrînên neyinî ya di derbarê Ereban de, kombûna penaberan li hin deverên bajarên mezin, nerazîbûna civaka Tirkiyê bi xwe re anî. Ev nerazîbûne ji aliyê siyasetmeran jî helbet tê bikaranîn. Bo ravestandina ev rakeşiya xeter, bernameyên entegrasyonê yên baş şert in.”

Li Tirkiyê li gorî daneyên resmî 3 milyon 761 hezar penaberên Sûrî hene. Ji sedî 35 ji zarokên di temenê xwendinê de yên penaber, perwerdeyê nabînin. Heta niha 192 hezar kesên Sûrî nasnameya Tirkiyê standine. Nêzî 500 hezar penaberên Sûrî ji paş ve hatine şandin.