Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên xelat girtin diyar bûn

Fîlma ‘Vortex’ di asta navneteweyî de baştirîn fîlm hat hilbijartin. Xelata di asta neteweyî de jî ji fîlma ‘Klondike’ re hat dayîn ku derhênera wê Maryna Er Gorbach a Ukraynayî ye.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Di 41emîn Festîvala Fîlma Stenbolê de di asta neteweyî û navneteweyî de 56 fîlm ketibûn pêşbaziyê û yên herî serkeftî hatin xelatkirin.

Fîlma ‘Vortex’ di asta navneteweyî de baştirîn fîlm hat hilbijartin. Xelata di asta neteweyî de jî ji fîlma ‘Klondike’ re hat dayîn ku derhênera wê Maryna Er Gorbach a Ukraynayî ye. Hin sînemager, di serdemeke şerê Rûsya û Ukraynayê de xelatkirina fîlmeke Ukraynayî wek peyameke polîtîk dest nîşan kirin.

Xelatên 41emîn festîvala fîlma Stenbolê bi merasîmekê hatin eşkerekirin.

Bi giştî 56 fîlm bo pêşbaziya di asta neteweyî û navneteweyî de hatin hilbijartin ku di nava wan de fîlmên derhênerên Kurd jî hebûn.

Di asta navneteweyî de fîlma ‘Vortex’ a ku ji hêla derhêner Gaspar Noe ve hatibû kişandin baştirîn fîlm hat hilbijartin û xelata ‘Laleya Zêrîn’ jê ra hat dayîn.

Fîlma derhênera Ukraynî a bi navê ‘Klondike’ di asta neteweyî de xelata baştirîn fîlm wergirt. Li gel vê fîlm di heman festîvalê de xelata baştirîn derhênera dîmenê jî wergirt. 

Xelat dayîna fîlma bo Ukraynayî ji hin rexnegirên sînemayê ve wek polîtîk hat dîtin.

Rexnegirê Sînemayê Kerem Akça ji K24ê re diyar kir: “Xelata ku ji fîlma Klondike re hat dayîn nîşaneya peyameke polîtîk e ku ji hêla rexnegir û dezgehên sînemayê ve jî wê were nîqaşkirin. Çimkî di serdemeke şerê Rûsya û Ukraynayê de fîlma derhênera Ukraynî xelat wergirt û ev peyamekê bû. Di nav fîlmên Kurdî de bi ya min a baştir fîlma ‘Beriya Şevê’ bû. Fîlma Çar Dîwar a Bahman Ghobadî berhemeke tîcarî û senaryoya wî jî gelek lawaz bû. Lê fîlma Alî Kemal Çinar bi ya min serkeftî bû û min hêvî dikir ku xelat werbigire lê nehat dayîn.”

Hêviya gelek sînemageran hebû ku fîlmên Kurdî bihata xelatkirin lê di festîvala îsal de ku 5 fîlmên derhênerên Kurd hebûn nehat xelatkirin.

Sînemager Roj Haco diyar kir: “Fîlma me ‘Ezmûn’ ketibû nav beşa baştirîn fîlman. Hin fîlmên din jî hatin nîşandan. Her çiqas xelatek nehatibe dayîn jî fîlmên Kurdî di sînemaya cîhanê de li gor berê zêdetir derdikeve pêş.”

Derhêner Tayfun Pîrselimoglu ku bi fîlma xwe ‘Kerr’ beşdarî festîvalê bû xelata baştirîn derhênerî wergirt.

Tayfun Pîrselimoglu destnîşan kir: “Rewşa giştî ya dinyayê weke dinîtiyekê dibînim û di nava vê dinîtiyekê de em hev du dixwin. Ji ber vê min di fîlma xwe de cîh û dem diyar nekir û hin sehneyên di fîlmê de cîh digirin dibe ku ji her perçeyeke vê cîhanê be. Kêfxweş im ku bi vê fîlma xwe min xelat wergirt.”

‘Eat Your Catfish’ baştirîn belgefîlm, ‘Our Ark’ jî baştirîn kurtefîlm hatin hilbijartin.