Cotyar Adil: Şêwaza pêşwazîkirina li Serokwezîr li Londonê her tişt eşkere kir

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil diyar kir: “100 sal in kêşeyên me yên ligel Bexdayê berdewam in, loma divê em bi hev re biryarên çarenûssaz bidin û giriftan çareser bikin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil diyar kir: “100 sal in kêşeyên me yên ligel Bexdayê berdewam in, loma divê em bi hev re biryarên çarenûssaz bidin û giriftan çareser bikin.”

Cotyar Adil derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê de û li ser civînên wî yên ligel rayedarên payebilind ên wî welatî ragihand, Brîtanya bi awayekî dûr bi dûr li nav babet û pirsên Rojhilata Navîn e, plandanerê wan deverên Îngilîzan in, ev di dîrokê de jî reng daye û hatiye behskirin, pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Londonê girîng in, ji bilî wê jî Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson weke dostê Kurdan tê dîtin û beriya niha serdana Hewlêrê kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Herêmê eşkere kir, ev nêzîkbûna Hewlêr û Londonê dê gelek bi sûd bibe ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê, ji bilî mijara veberhênan û aborî, herwiha pêngaveke girîng e ji bi nîşandana nêrîna Hikûmeta Herêmê bo cîhanê.

Cotyar Adil destnîşan kir, di siyaseta navdewletî de encamên civînan yekser nayên ber dest, lê belê şêwaza pêşwazîkirina li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her tişt eşkere kir.