Soylu: Ji bo penaberên ku di cejnê de biçin Sûriyê dê destûra vegerê neyê dayîn

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, dê îsal destûr neyê dayîn ku penaberên Sûrî di cejnê de ji bo dîtina malbatên xwe derbasî Sûriyê bibin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, dê îsal destûr neyê dayîn ku penaberên Sûrî di cejnê de ji bo dîtina malbatên xwe derbasî Sûriyê bibin.

Daxuyaniya Suleyman Soylu piştî ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî roja Sêşemê 19ê Nîsana 2022an di civîna koma partiya xwe de destnîşan kiribû penaberên Sûrî yên ku di cejnê de diçine Sûriyê bila destûr neyê dayîn ku vegerin Tirkiyê, hat dayîn.

Suleyman Soylu di weşana zindî ya televîzyonekê de li ser penaberên Sûrî yên ku vegeriyane welatên xwe agahî dan û got: “Nêzî 500 hezar kes bi dilê xwe vegeriyan. Penaber derbasî herêmên ewle yên ku me çêkirine bûn. Di vegera bi rûmet de, ew ê vegerin herêmên ewle. Em li Îdlibê xaniyan lêdikin. Heger me tedbîr negirtana dê hejmara koçberên qaçax ji 10 mîlyonî derbas bibûya. Em hemû koçberên qaçax ên li welat digirin. Me ev herêm kiriye herêmeke ewle, li vir karê çandinî û bazirganiyê tê kirin. Ya ku em dikin ev e ku em rê nîşan bidin, ewlehiya wan misoger bikin."

Soylu diyar kir ku li ser Sûriyên ku ji bo cejnê diçin û vedigerin biryareke nû girtine û diyar kir ku di cejnê de destûr nayê dayin ku derbas bibin.

Herwiha got: “Ji ber pandemiyê di 4 cejnên borî de me bi awayekî berbiçav çûn û hatin rawestandin. Hinek çûn, ji sedî 60 man. Paşê çûn û vegeriyan. Yên ku di cejnê de diçin ne pir in. Hefteya borî me ji parêzgeran re got dê di cejnê de destûr neyê dayîn. Niha di cejnê de destûr nayê dayîn. Dikarin biçin herêma ewle û li wir bimînin. Kesên ku dixwazin ji bo cejnê biçin û vegerin dê destûr neyê dayîn.”