Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte Hewlêrê
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya fermî bo Brîtanya û civînên ligel rayedarên payebilind ên wî welatî, vê êvarê 22yê Nîsana 2022yan gihîşte Hewlêrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de bi awayek, fermî ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Wezîrên Derve, Navxwe, Berevanî, Perwerdehî, Enerjî, Bazirganî û çend rayedarên din ên payebilind ên Brîtanyayê ve hat pêşwazîkirin.
Di civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistamê ligel rayedarên payebilind ên Brîtanyayê de, li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.
Ji bilî hevdîtin û civînan, Mesrûr Barzanî li Londonê li Peymangeha Chatham House gotarek pêşkêş kir û behsa arîşe û astengiyên li pêşiya çaksazîya li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê kir.