Mayînên hêzên Rûsî ji bo welatiyên Ukraynî bûne metirsî

Li aliyekî şerê ku gur dibe di nava Ukrayna û Rûsyayê de li aliyê din jî mayînên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine çandin ji bo welatiyên Ukraynî ku dixwazin vegerin gund û bajarokên xwe dibe cihê metirsiyeke mezin.
kurdistan24.net

Kîev (K24) - Li aliyekî şerê ku gur dibe di nava Ukrayna û Rûsyayê de li aliyê din jî mayînên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine çandin ji bo welatiyên Ukraynî ku dixwazin vegerin gund û bajarokên xwe dibe cihê metirsiyeke mezin. Her çiqas proseya paqijkirina mayînan berdewam bike jî gelek caran welatî pê li mayînan dikin û canê xwe ji dest didin.

Li aliyekî şerê ku di nava Ukrayna û Rûsyayê de berdewam dike, li aliyê din jî piştî ku ji nû ve herêma Kîevê kete bin kontrola Artêşa Ukraynayê ji ber xebatên lêgerîna mayîn welatiyên dixwazin vegerin nikarin bikevin hin gundan. Bi taybet jî bajarokên wekî Bucha, Gostomel û li Îrpînê û gundê Makarîvê digel gundê bi navê Mohsun ku 5 km durî Gostomelê ye û di bin bordûmana giran ya Artêşa Rûsyayê de mabûn ji ber mayînên hatine çandin li nava daristanan ser rê û gelek devaran metirsiyeke mezin peyda bûye.

Leşkerê ku nexwest navê xwe bide lê di nava artêşê de kod navê wî Fartovî ye dibêje; niha deverên ku me Rûs jê derxistine xebatên paqijiya mayînan dikin. Ev kuçik ku navê wî Voyin e û wateya navê wî jî şervan e hem di serdema rizgarkirina medeniyan de alîkariya me dikir niha jî ji bo dîtin û peydakirina mayînan alîkariya me dike.

Leşkerê Artêşa Ukraynayê Fartovî ji K24ê re diyar kir: "Me li dijî Rûsan şerekî mezin da û hê jî didin. Gelek deverên ku Rus jê vekişiyane mayîn çandin e. Wek Îrpin a ku niha em lê ne û Bucha, Gostomel û gelek deverên din. Em hişyariyê didin welatiyan da ku hay ji xwe hebin. Mixabin yên ku guh nadin hişyariyan pê li mayînan dikin û dimirin. Ev kuçik jî alîkariya me dike. Gelek şareza ye di warê mayînan de. Berê ji bo rizgariya mirıovên medenî niha jî bo mayînan alîkariya me dike."

Li gelek deverên paytexta Ukraynayê Kîevê li nava daristanan û zeviyan mayîn hatine çandin ji aliyê Artêşa Rûsyayê ve. Herî dawî li Stoyankayê qemyonekê pê li mayînê kir û qemyon parçe bû ajokar jî canê xwe ji dest da.

Welatiyekî diyar kir: “Mixabin gelek kesan canê xwe ji dest dan di vî şerî de. Ez ji bo Artêşa Ukraynayê karê lojîstîkî dikim. Li gelek deverên ku em diçinê, teqemenî hene ku bi destê Rûsan hatine danîn. Û ev jî dibe metirsiyek ji bo me ku em nikaribin bi rehetî li nav welatê xwe alîkariyan veguhêzin.”

Li gorî Serokê Saziya Mudaxeleya Lezgîn ya Ukraynayê Volodimir Demchuk heta niha 1.194 kes hatine rizgarkirin ji nava deverên mayîn û teqemeniyan. Herwiha di navê de 2 hezar bombeyên asîmanî bi giştî 68 hezar teqemenî hatine bê bandorkirin. Ev amar yên ku di 24 demjimêrên dawîn de hatine ragihandinin. Lê hê jî gelek dever hene ku li benda paqijiyê ne ku ji bo welatiyan dibe cihê metirsiyê ku vegerin gund, bajarok û malên xwe, ji bilî egera ku bi ser wan de moşek jî bibarin di vê serdema ku her diçe şer jî gûr dibe.