Tirkiye qada xwe ya asmanî li ber firokeyên ku hêzên Rûsî vediguhêzin Sûriyê digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, qada asmanî ya Tirkiyê li pêş firokeyên leşkerî û sivîl ên Rûsî yên leşkeran vediguhezînin Sûriyê, hatiye girtin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu îro Şemiyê beriya serdana xwe ya bo Uruguayê di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Çavuşoglu got: “Me qada asmanî ji firokeyên leşkerî yên Rûsyayê re û heta firokeyên sivîl ên ku ber bi Sûriyeyê ve difirin û leşker hildigirin girtin.

Destnîşan kir jî, destûr ji bo sê mehan, heta meha Nîsanê hatiye dayîn, û piştre firîn rawestiyan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got ku danûstandin di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam in û her du alî li ser dariştina daxuyaniyeke hevbeş dixebitin.

Çavuşoglu diyar kir jî, eger di danûstandinan de pêşketin çêbibin, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser egera ku li Tirkiyê hevdîtinekê pêk bînin li hev kirine.