Di Hefteya Geştiyariyê de li hewşa qesra Cemîl Paşa çalakî hatin lidarxistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di çarçoveya Hefteya Geştiyariyê de li Diyarbekirê di Qesra Cemîl Paşa de xwendekarên Beşa Geştiyariyê Ya Zankoya Dîcleyê çalakiyek li dar xistin, govend gerandin û her wiha di hewşa qesrê de jî pêşangeha wêneyên Keleha Zêrzevanê hat li darxistin.

Navbera 15 û 22yê Nîsanê wek hefteya geştiyariyê tê qebulkirin û her wiha wek vekirina serdema geştiyariyê jî tê pênasekirin. Bi vê boneyê li Qesra Cemîlpaşa ya navdar a nav Sûrê de jî ji aliyê akademîsyen û xwendekarên beşa geştiyariyê û gastronomiyê ya Zankoya Dîcleyê ve çalakiyek hat li darxistin. Di çalakiyê de xwendekar û akademîsyenên Zankoya Dîcleyê li hewşa Qesra Cemîlpaşa hatin cem hev û li hewşê hem govenda Diyarbekirê gerandin û hem jî lîstika bi navê “Horon” a herêma Behra Reş leyîstin. Akademîsyenên Zankoya Dîcleyê dan zanîn armanca wan ew e hemu beşên geştiyariyê de Diyarbekirê bidin danasîn.

Serokê Beşa Geştiyariyê li Zankoya Dîcle, akademîsyen Ender Ozbek ji K24ê re got: “Me xwest çand û govenda Dîyarbekirê li gel lîstikên herêmên curbecur bînin cem hev û armanca me ew e ku Diyarbekir bibe dika pêşandana çandan.”

Serokê Beşa Geştiyarî û Otelavanî li Zankoya Dîcle Akademîsyen Omer Findikdali got: “Diyarbekir navenda şêgoşeya zêrîn a mezopotamyayê ye. Ev yek Diyarbekirê dike warek teybet. Niha li cîhanê geştiyariya çandî pêş dikeve û Diyarbekir bo vê yekê navendek dewlemend e.”

Akademîsyenê Beşa Aşpêjiyê li Zankoya Dîcle Cuneyt Ateş diyar kir: “Di sala 2020an de ji aliyê gastronomiyê ve 4 remzên erdnîgariyê yên Diyarbekir hebun, niha ev yek buye 30 û 24 jî di dorê de ne. Diyarbekir bi hemu cureyên geştiyariyê pêş dikeve.”

Çalakiyek din a hewşa Qesra Zêrzevanê de hatî li darxistin jî Pêşangeha Wêneyên Keleha Zêrzevanê bû ku xebatkarên Keleha Zêrzevanê di wê baweriyê de ne ku dê Keleha Zêrzevanê sûdek mezin bide geştiyariya Diyarbekir. Kolyarnasa di xebatên kolîn Keleha Zêrzevanê de cih digire Fatm Durma dibêje wêne jî rêbazek bibandor e bo kêşana geştiyaran.

Kolyarnasa Keleha Zêrzevanê Fatma Durma got: “Li vê derê 40 wêne hene. Me ev wêne ji nava wêneyên wênekêşên profesyonel ên ku çune Zêrzevanê neqandine. Wêne bibandor in. Kesên ku têne vê derê lê neçune Zêrzevanê piştî van wêneyan dixwazin Zêrzevanê jî bibînin.”

Îsal biryar e ku wekî çalakiyên di Qesra Cemîlpaşa de hatî li darxistin gelek çalakiyên din û çandî û hunerî di avahiyên dîrokî yên Diyarbekirê de werin li darxistin da ku bi wesîleya çand û hunerê danasîna avahiyên dîrokî yên Diyarbekirê jî were kirin.