Sefîn Dizeyî: Herêma Kurdistanê hewl dide bibe beşek ji nexwşeya nû ya cîhana enerjiyê

“Konsulxaneyên her pênc welatên endamên herdemî yên Encûmena Asayişa Navdewletî li Hewlêrê bi awayekî rasterast kar ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka bikarbûnê ve, komek perensîp li ber çavan girtiye ji bo di dahatûyê de kar li ser bike, ji wan yasaya çaksaziyê û dirustkirin û pêşxistina jêrxaneya aborîya Herêma kurdistanê, ligel pirsên navdewletî û dîplomasî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel welatên navçeyê û cîhanê.

Di vê derbarê de, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê, destkeftek e ji bo hemû Kurdan, ne tenê ji bo tek partiyê.

Sefîn Dizeyî ragihand, hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, pêwîst e bibe cihê dilxweşiya gelê Kurdistanê û tevahiya aliyên siyasî, ji ber ku ev destkeftek e hêjayî xebata gelê Kurdistanê ye.

Herwiha got: “Brîyanya her dem xwedî rol û pêgeke girîng e. Di dema koçberiya milyonî ya gelê Kurdistanê de, Serokwezîrê Brîtanya yê wê demê John Major bi hevbeşî ligel Fransayê, aliyên sereke yên pêşkêşkirina bîrokeya navçeya aram bo Encûmena Asayişê bûn û bûn hokarê derketina biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî.”

Da zanîn jî: “Her ji piştî raperînê, pêwendiyên rasterast ên siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hebûn. Piştî salên 2003an dema sîstema Iraqê li ser bingeha federalîzmê hat danîn, pêwendiyên Brîtaniya û welatên din ligel Herêma Kurdistanê rasterast çêbûn.”

Destnîşan kir jî: “Konsulxaneyên her pênc welatên endamên herdemî yên Encûmena Asayişa Navdewletî li Hewlêrê bi awayekî rasterast kar ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, “Herêma Kurdistanê ji piştî dîtina petrol û enerjiyê, bûye beşe ji hevkêşeya navdewletî. Nabe were gotin ku Herêma Kurdistanê bedîlê welatên din e di pirsa enerjiyê de, lê dema pirsgirêka kêmbûna gaza xwezayî li cîhanê derdikeve, Herêm hewl dide bibe beşek ji nexşeya nû ya cîhanê enerjiyê. Berê Brîtanyayê hewl dida kompanyayên xwe li Herêma Kurdistanê aktîv bike, ev hemû jî ji wê ye ku sûde ji Herêma Kurdistanê re hebe.”