“Îranê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de ti belge pêşkêş nekirine”

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên: Îranê heta niha ti kes neşandiye û ti belge jî pêşkêş nekirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên radighîne, ew cihê Îranê bi mûşekan li Hewlêrê kiriye armanc, baregehê ti aliyan lê nebû û Îranê tu belge jî, pêşkêş nekirine.

Di hevpeyvînekê ligel kenala “alhadath” a Siudiyê de, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand, ew cihê li Hewlêrê yê Îranê di meha Adara borî de bi mûşekan armanca kiriye, mala welatiyekî bû û ti baregeh lê nebûn. diyar kir jî, heta niha jî ti belge neketine destê wan, ku tometên Îranê tekez bike û Îranê tu belge pêşkêş nekirine.

Li gor gotina Husên, Îran bi niyaz bû ku şandeke xwe bişîne û belgeyan pêşkêş bike, lê heta niha kes neşandiye û ti belge jî pêşkêş nekirine.

Roja 13ê Meha Adara borî, Îran bi çendîn mûşekan mala welatiyekî li taxeke sivîl kir armanc û zirarên mezin ber bi wê malê ketin. Piştî lêkolînên komîteya taybet a Parlamentoya Iraqê û hatina Serokwezîrê Îraqê bo cihê bombebaranê, ji bo tevayiya aliyan re zelal bû ku ew cih mala welatiyekî ye û baregehên tu aliyan lê nîne.