Li bendera Trablusê keştiyek bi 60 kesan binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Lubnanî ragihand, keştiyek bi 60 rêwiyan li nêzîk bendera Trablusê binav bû û heta niha 45 kes hatin rizgarkirin. Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîna li windayîyan hîn jî berdewam in.

Rojnameya “An-Nahar” bal kişand ser wê yekê ku xebatên artêşa Lubnanê ji bo lêgerîna li windayên mayî didomin. Destnîşan kir ku zarokek xeniqiye û agahiyên nepiştrastkirî li ser xeniqîna zarokeke din jî hene.

Rojnameyê da zanîn jî, Serokwezîr Necîbe Miqatî mijara binavbûna keştiya ku bi rêyên neyasayî ji devera Qelemûnê derdiket şopand û fermandariya artêşê ji rewşê agahdar kir û tîmên pispor raspardin ji bo rêwiyan rizgar bikin.

Xaça Sor a Lubnanê êvara Şemiyê ragihandbû, keştiyek ku tê de 60 kes tê de bûn li bendera Trablusê binav bû û diyar kir ku wê 10 ambûlans ber bi benderê ve şandine.