Li Diyarbekirê ji bo barîna baranê dia û nimêj hatin kirin

Ji ber hişkesaliyê, ji bo ku baran bibare Nimêja Baranê hat kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Îttîhadul Ulema ve ji ber hişkesaliyê, ji bo ku baran bibare Nimêja Baranê hat kirin û dia hatin kirin. Kêmzêde 1 hezar welatî beşdarî nimêjê bûn û saziya keş û hewayê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku nava hefteyê baran bibare.

Di salên dawî de hişkesalî her ku diçe dijwartir dibe û encamên wê yên neyînî her ku diçe zêdetir dibin. Ji bo ku dawî li hişkesaliyê were jî li Diyarbekirê li Qada Batikent a navçeya navendî Rezan Nimêja Baranê hat kirin. Çalakiya Nimêja Baranê ji aliyê Komeleya Îttîhadul Ulema ve hat li dar xistin û kêmzêde 1 hezar welatî beşdar bun û jin jî tevlî nimêjê bûn.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Îttîhadul Ulema Mehmet Ozer amaje kir ku di dîroka Îslamê de cihê Nimêja Baranê heye û her dema ku rewşek wisa peyda dibe misilman serî li vê rêbazê didin. 

Mehmet Ozer ji K24ê re diyar kir: “7-8 sal berê careke din me organîzasyonek wisa kiribû. Tarîxa îslamê de heye, sinneteke Hezretê Pêxember e. Salên ku baran nebare dia û nimêj tê kirin. Çawa nimêja rojgirtinê heye, nimêja baranê jî heye. Dema xela çêdibe jî mirov nimêj dike. Me biryara kirina nimêja baranê 10 roj berê dabu. Me ne îro ev biryar da. Baran were baş e.”

Welatiyên ku bo Nimêja Baranê berê xwe dan Qada Batikentê di bin tava dijwar de bi awayeke rojî nimêja xwe kirin û dia kirin ku dawî li hişkesaliyê were. Mela Evdilqudus Hîlmî yê ku Nimêja Baranê dayî kirin jî anî zimên ku ew hêvî û dia dikin ku hişkesî cihê xwe bide xêr û berekete.

Melayê Mizfedta Qubba Kesk Mela Evdilqudus diyar kir: “Wekî ku tê zanîn demek e baran nayê, pêdivî bi baranê heye, di sinneta Resulullah de jî daxwaza baranê heye, armanc ew e ku hem ew sinnet pêk were, hem jî kesên werin vê derê dê bibînin ku nimêja baranê çawa tê kirin. Hişyariyek jî çêdibe, tobeya ji gunehan çêdibe, îstîxfar çêdibe, tiştekî îslamî ye.”

Welatiyên tevlî mêjê bûn, di dawiya Nimêja Baranê de cilên xwe bi awayeke vajî li xwe kirin û dia kirin ku baran bibare û alimên olî jî dan zanîn wateya wê ew e ku mirov zlîliya xwe nîşan didin û dia dikin ku rewşa hişkesiliyê vajî bibe û vegere ser baran, şilî û şahiyê.