Li Bakurê Kurdistanê amdekariyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê tên kirin
Diyarbekir (K24) – Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Konreya Civaka Demokratîk (KCD) û nûnerên sazîyên sivîl û partiyên siyasî daxuyandin, dê îsal 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî li Bakurê Kurdistanê bi diruşma ‘Em Bihevre Şer Bidin Rawestandin’ bê lidarxistin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz ve hat xwendin de, hat ragihandin ku dê li hemû bajrên Bakur jî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bên kirin û ew amadekariyan dikin ku li Diyarbekir û Wanê jî pîrozbahiyên girseyî lidar bixin.
Berdan Ozturk anî ziman ku Tirkiye li her deverê êrişî gelê Kurd dike û ji ber polîtîkayên şer yên desthilatdariyê jî Tirkiye ber bi qeyranên mezin ve diçe.
Ozturk da zanîn ku ewê 1’ê Gulan a îsal li dijî polîtîkayên şer û ewlekariyê li dar bixin û bi hemû civakê re, nerazîbûnên ji polîtîkayên şer û ewlekariyê nîşan bidin.
Hat ragihandin ku ji bo di 1’ê Gulanê de, li qada Îstasyonê ya Diyarbekirê û li Wanê pîrozbahiyên girseyî bên kirin jî, serîlêdan ji bo parêzgariyên wan bajaran hatine kirin.