Komîteya Lêkolîna Rastiyan: Êrîşa Hewlêrê maleke sivîlan kiriye armanc

Komîte vê êrîş şermezar dike û daxwaz dike ku Îran kesên ziyan dîtine qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şexwan Ebdullah ragihand, komîteya lêkolîna rastiyan derbarê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê, lêkolînên xwe bi dawî kirine.

Şexwan Ebdullah ev nûçe ji K24ê re piştrast kir û got: “Wê êrîşê maleke sivîl kiriye armanc û ew ji aliyê ti dezgehekê ve bi kar nehatiye.”

Got jî, komîte vê êrîş şermezar dike û wê bi binpêkirineke aşkere dizane û tekez kir ku divê Îran kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê got jî: “Komîteyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Wezareta Derve ya Iraqê hemû tedbîran ji bo rêgirtin li dûbarenebûna wan êrişan werbigire.

Amaje bi wê yekê kir jî, komîte tekez dike ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwext bi vê êriş û hebûna baregehên Îsraîlê nehatine agahdarkirin.