Kurdistan24 raporta Komîteya Lêkolînan a derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de belav dike

Komîte tekez dike: “Ti belgeyek bihaneyên Îranê yên derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de piştrast nake.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Lêkolîna Rastiyan a derbarê êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Hewlêrê de, raporta xwe ya dawî li ser wê êrîşê belav kir û çapek jê ket destê Kurdistan24ê û tê de tekezî li wê hate kirin ku komîteyê piştî rojekê ji pêkanîna wê bi fermana Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê, rasterast dest bi karên xwe kir û di heyama karê xwe de 6 civîn kirin û serdana cihê êrîşê li bajarê Hewlêrê kir. Komîte tekez dike: “Ti belgeyek bihaneyên Îranê yên derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de piştrast nake.”

Di raportê de hat, komîte bi serokatiya Cîgirê Yekem a Serokê Encûmena Nûneran Hakim Zamilî û endametiya her yek ji Cîgirê Duyem a Serokê Encûmena Nûneran Şaxewan Ebdullah, Serokê Firaksiyona Dewleta Yasa Etwan Etwanî, Serokê Firaksiyona Fetih Ebas Zamilî, Serokê Firaksiyona YNKê Herêm Kemal Axa û Serokê Firaksiyona Hevpeymaniya Siyade Nayif Şumerî pêk hat û ligel kesayetî û berpirsên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê kirin ji bo aşkerekirina rastiyan.

Raport amaje bi wê dike, li ber ronahiya daxwazên ku komîteyê ji Wezareta Derve û dezgehên ewlekariyê yên pispor kirine û belgeyên li berdest, komek ji têbîniyan hatin tomarkirin û girîngtirîn rêkar û encam û rasperdeyên ku di encama lêkolînan de bi destê wê ketine, di vê raportê de pêşkêş kirin:

Yekem: Girîngiya karê komîteya parlemanî û armanca pêkanîna wê:

Girîngiya vê komîteyê ew e ku ew kar li ser parastina serweriya Iraqê û heybeta wê bi awayekî ku di dahatûyê de ti destdirêjî li ser xaka wê ji dewleteke cîran yan ti dewleteke din nebe.

Armanca komîteyê ew e, lêkolînê di rastiyên êrîşa li ser parêzgeha Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê de hatiye kirin bike ku bi 9 mûşekên Ballistic ji Îranê ve hatin avêtin û li herêmên nişticihbûna sivîlan ketin, bêyî ku ti ziyanên canî derkevin. Di pişt re aliyê Îranî di daxuyaniyekê de berpirsatiya xwe di ber vê destdirêjiyê de ragihand û bihane girt ku baregeheke îstixbarata Îsraîlê heye, bêyî ku ti belgeyekê nîşan bide.

Duyem: Binemayên ku komîteya parlamenî di karên xwe de pişt pê girê daye:

1- Şefafiyet û pîşesazî di serederîkirina ligel wan dosyayên ku di civînên xwe de guftûgo kirine.

2- Civînên komîteyê û encamên karên wê yên destpêkê, dûrî saziyên ragihandinê xistin, heta dema xwendina raporta wê, ji bo destêwerdan di karê wê de neyê kirin û ji aliyê siyasî ve neyê bikaranîn.

3- Pêwendiya berdewam bi Herêma Kurdistanê û wezaret û aliyên pêwendîdar re, ji bo gihîştina baştirîn encaman.

Sêyem: Rêkarên Komîteya Lêkolîna Rastiyan:

A- Komîte roja 15/3/2022an berê xwe da Hewlêrê û ji aliyê Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û hejmatrek ji berpirs, firaksiyonên parlamentoyê û Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ve pêşwazî lê hate kirin. Komîte bi awayekî meydanî serdana cihê êrîşê kir û hevdîtin bi xwediyê mala ku rastî êrîşê hatiye kir û li avahiyên derdora wê malê jî geriya.

B- Komîteya Lêkolînan civîneke berfireh li Parêzgariya Hewlêrê bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û mîlaka pêşkeftî yê wezaretê re kir, ji bo guftûgokirina hûrgilî û çawaniya êrîşê bike û di civînê de guhdarî li hemû hûrgiliyên bi vê bûyerê re pêwendîdar hate kirin.

C- Komîteya Lêkolînan bi hemû endamên xwe û bi beşdariya hejmarek ji serokên firaksiyonan û parlamenteran, roja 17/3/2022an li baregeha Encûmena Nûneran pêşwazî li Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed kir. Wezîr şîrovekirinek têr û zelal derbarê çawaniya êrîşê de pêşkêş kir û di civînê de hejmarek ji endamên Encûmena Nûneran pirs ji Wezîrê Navxwe kirin û wî bersiva hemû pirsan da.

D- Roja 28/3/2022an, Komîteyê mêvandariya Wekîlê Wezîrê Derve û Wekîlê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Iraqê û hejmarek ji serkirde û kesayetiyên ewlekariyê kir, ta ku bersivê bidin pirsên endamên komîteya lêkolînan. Herwiha wan şîroveyên temam li ser bûyerê dan.

Çarem: Rastî û Encam

A- Piştî serdana komîteya lêkolînan ji cihê bûyerê re, hevdîtin bi xwediyê mala ku hatiye armanckirin re hate kirin û hin pirs jê hatin kirin. Wî tekez kir ku ti çalakiyên biguman li mala wî nebûn û ew veberênerekî Iraqî ye û kar û çalakiyên wî li ser asta Herêmê û derve, di warê projeyên avedankirin û xizmetguzariyê de ne.

B- Piştî lêkolîn û lêpirsîn û dîtina cihê êrîşê û avahiyên li derdora wê ji aliyê komîteya lêkolîna rastiyan ve, komîteyê ti belgeyek yan ti gumanek nedît ku nîşana hebûna alav yan têl yan amêrên sîxûriyê bidin.

C- Birêz Wezîrê Navxwe û berpirsên ewlekariyê yên Herêmê tekez kirin ku çi çalakiyeke îstixbaratî ya ti dewletekê li di nava Herêmê de nîne û desthilatdarên Herêma Kurdistanê rê nadin xaka Herêmê ji bo êrîşkirin û destdirêjiya li ser ti welatekî bi kar bê. Ji bilî wê, Herêma Kurdistanê hebûna wan çalakiyan jî qedexe dike.

D- Piştî mêvandarîkirina birêz Wezîrê Derve û birêz Wekîlê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Iraqê û hin bepirsên ewlekariyê, pirs ji wan hate kirin ku wan ti name, yan ti hişyarî yan ti agahî ji aliyê Îranî ve wergirtine ku baregeheke Îsraîlî li parêzgeha Hewlêrê hebe, bersiva wan hemûyan jî ew bû ku aliyê Îranî di vê derbarê de ti agahiyeke nivîskî nedaye aliyê Iraqî.

E- Komîteyê ti belgeyek nedît ku mala welatiyê Iraqî Şêx Baz Berzincî ya hatiye armanckirin ji bo ti tevger yan çalakiyeke siyasî bi kar hatibe.

Pêncem: Rasperde

A- Ev destdirêjiya li ser parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin, binpêkirina rise û yasayên navdewletî ye û divê rêgirî li wê bê kirin ku Iraqê bibe meydana yekalîkirina nakokiyên di navbera dewletan de.

B- Pêwîst e Hikûmeta Iraqa Federal hemû rêkaran bigire, ji bo rûmet û heybeta Iraqê biparêze û Wezareta Derve bi rê û kenalên dîplomasî rêgiriyê li dubarebûna her êrîşekê li ser xaka Iraqê bike û tekezî li wê yekê bike ku Herêma Kurdistanê beşek ji nayê birîn ji ewlehiya Iraqa Yekgirtî.

C- Pêwîst e Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê bi berdewamî hevahengî û hevkariya ewlekarî li ser hemû astan bikin ji bo parastina ewlehî û serweriya Iraqê.

D- Binpêkirina asmana Iraqê û destdirêjiyên dubarekirî, li ser asta siyasî û cemawerî redkirî ne, ji ber wê Encûmena Nûneran tekez dike ku divê Hikûmeta Iraqê rê neda ti dewletek serweriya Iraqê binpê bike.

E- Ji mafê her welatiyekî Iraqê yê ziyan ji encama vê êrîşa mûşekî ya derveyî gihîştiyê, rêkarên yasayî bigire ber xwe ji bo daxwaza qerebûkirina madî û manewî ji aliyê Îranî bike.

F- Di gera hebûna çi zanyariyeke dewletên cîran derbarê grûpên çekdar, yan partiyên siyasî yên dijberê dewletên cîran, yan şaneyên Îsraîlê de, divê ew aliyê Iraqî agahdar bikin û hevahengî van pirsgirêkan çareser bikin.