Derbarê Osman Kavala de cezayê zindanîkirina heta hetayê hat dayîn

Parêzer û gelek parlamenterên partiyên cuda yên opozîsyonê dozê ne hiqûqî wek tolhildaneke siyasî nirxandin.
author_image Ercan Dag
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Encama doza darizandina Osman Kavala yê Serokê Lijneya Çand û Rêvebir a Anadoluyê ku di navbera Tirkiye û Konseya Ewropayê de wek rûdana egera krîzekê tê destnîşankirin diyar bû.

Derbarê Kavala de bi tohmeta hewla hilweşandina hikûmeta Tirkiyê daye cezayê hepsê yê heta hetayê hat dayîn. Di heman dozê de 7 kesên din jî bi 18 salan cezayê hepsê hat sizakirin. Parêzer û gelek parlamenterên partiyên cuda yên opozîsyonê dozê ne hiqûqî wek tolhildaneke siyasî nirxandin.

Li Tirkiyeyê di doza Parka Geziyê de ku li gel Karsaz û Serokê Lijneya Rêvebir û Çand a Anadoluyê Osman Kavala 17 kes dihatin darizandin biryar hat dayîn.

Di dozê de ku li dadgeha Çaglayan a Stenbolê bi beşdariya gelek parlamenterên ji partiyên opozîsyonê, konsolosên Ewropayî û saziyên maf ên navdewletî ve jî ji nêz ve dihat şopandin bi rê ve çû der barê Kavala de di ser çalakiyên Parka Geziyê re bi hinceta hewla hilweşandina hikûmeta Tirkiyê cezayê hepsê yê heta hetayê û der barê 7 kesan de jî bi alîkariya hewla hilweşandina hikûmetê 18 salan cezayê hepsê hat dayîn.

Piştî eşkerekirina biryarê li nav salona dadgehê dengên nerazîbûnê yên ji hêla kesûkarên dihatin darizandin ve bilind bûn û dirûşme hatin avêtin.

7 kesên bere hatibûn berdan lê piştî vekirina dozê wek bêgirtî dihatin darizandin piştî biryara girtinê li nav salonê hatin girtin û şandin bo girtîgehê.

Parêzerên beşdarî dozê bûn, encama derketî wek krîzeke mezin a hiqûqê bin av dikin.

Parêzerê Osman Kavala Akçay Taşçi ji K24ê re diyar kir: “Çalakiya Geziyê ku wek lîstîka hêzên derve bi nav dikin, derew e. Berxwedana Geziyê çalakiyeke bi rûmet û pak e ku bo jîngehparêziyê hatibû kirin. Em wek parêzer ji bo betalkirina vê biryara cezayê serî li dadgeha îstînafê bidin eger ji wir jî biryar neyê betalkirin em ê serî li daraza bilind bidin.”

Parlamenterên aliyên opozîsyonê piştî dozê li ber dadgehê kom bûn û biryara dadgehê wek biryareke siyasî dest nîşan kirin.

Parlamenter û Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel destnîşan kir: “Serxwebûna dadgehan ku bi qanûn û destûrê pêkan e lê bi biryara di vê dozê de nîşan dide ku nemaye. Biryar nîşaneya serdestiya rêvebiriya paranoyak e ku di demên dawîn de ketiye tengasiyeke mezin û ev rêvebirî hewl dide protestoyeke aştiyane bo jîngehê krîmînalîze bike. Em banga azadiya kesên rewşenbîr û jîngehparêz ku hatine girtin dikin û em dibêjin ew her azad in.”

Tevî biryara serbest berdanê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê girtina Osman Kavala li nav Tirkiye û Ewropayê bû sedema krîzekê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji ber biryara dadgeha li Ewropayê nehat bicîhkirin der barê Tirkiyê de proseya îhlalê/binpêkirinê da destpêkirin. Piştî biryara dawîn tê çaverêkirin Konseya Ewropayê li ser Tirkiyê hin tedbîr ragihîne ku di nav wan de derxistina Tirkiye ji endamtiya Konseyê jî tê behskirin.