Xelkê Kîevê bawer nakin Mariupol bi temamî ketibe bin kontrola Rûsyayê

Rûsya dibêje Mariupol bi temamî ketiye bin kontrola wan, lê ne hikûmeta Ukraynayê vê yekê qebûl dike ne jî welatiyên wê.
kurdistan24.net

Kîev (K24) - Rûsya dibêje Mariupol bi temamî ketiye bin kontrola wan, lê ne hikûmeta Ukraynayê vê yekê qebûl dike ne jî welatî. Li gorî niştecihên Kîevê Mariupol neketiye bin kontrola Rûsyayê û wê Ukrayna vî bajarî ji Rûsyayê re nehêlê ji ber ku ev bajar, bajarê herî stratejîk e ji bo Ukraynayê.

Serokê Federasyona Rûsyayê Viladimir Putin ragihand ku Mariupol ketiye bin kontrola Rûsyayê. Tenê bi qasî 2 hezar leşkerên beşa Azovê ku ew jî nazîst in li wir mane. Eger xwe bi alên spî radestî Rûsyayê bikin ew li dijî wan proseya dîlbûnê bi kar bînin. Azovê di heman demê de bersiv da Rûsyayê îdiayên wê red kir û ragihand ew ê tû carî xwe radest nekin û heta dawiyê jî şerê bikin ji bo parastin û rizgarkirina Mariupolê.

Her çiqas Serokê Ukraynayê Zelinskî car caran di daxuyaniyên xwe de bibêje ku tenê beşek biçûk maye ku leşkerên me li Mariupolê parastina wê dikin jî, welatiyên Ukraynî bawer nakin ku Mariupol ketibe bin kontrola Rûsyayê. Welatiyê ji Donetskê ku li Kîevê dijî Stanislav dibêje; Ez ji Rûsyayê bawer nakim û ya wê hincet e, di nava Azovê de bawer nakim nazîst hebin, hebin jî kêm in.

Welatiyê ji Donetskê Stanislav ji K24ê re diyar kir: "Ez ji Donetskê me. Ev 8 sal in li Kîevê dijîm. Diya min niha li Donetskê ye. Problemên wan hene ên xwarin û vexwarinê. Ev 3 heftene ku ava baranê berhev dikin ji bo sax bimînin. Azov berxwedaneke mezin dide li wir em spasdarê wê ne. Ez ji daxuyaniyên Rusyayê bawer nakim. Wekî berê alîkarî naçin ji Azovê re. Eger biçûna wan dikaribû çarenûsa Mariupolê biguheranda. Nazîzm birdozeke, ne vebijêrkeke civakî ye. Takekesî yanî ferdî ye. Dibêjin hezar belkî zêdetir nazî hane di nava Artêşa Azovê de. Ne mimkûn e hemû nazî bin. Belkî hejmareke kêm hebe di nava artêşê de ku nazîst bin. Belkî hinek xaça sîmbola nazîzmê çêdikin ji xwe re lê ev hejmareke gelek kêm e."

Jineke Ukraynî ya bi navê Valeria jî dibêje: "Ez nikarim tiştekî zêde bibêjim, lê dilê min li Mariupolê bi berxwedêran re ye. Ez bawer nakim ku Mariupol ketibe bin kontrola Rûsyayê. Armanceke stratejîk ya Rûsyayê heye li Mariupolê; ji ber ku ev der xwedî bêndergehên mezin yên keştiyan e. Bi ya min sedema sereke ev e."

Li gorî welatiyekî Belarûsî Îlya Sînko jî wê Ukrayna bajarê Marîupolê nede Rûsyayê. Ew dibêje heta Ukrayna azad nebe wê Belarûs jî azad nebe.

Welatiyê Belarûsî Îlya Sînko jî diyar kir: “Dilê min bi rewşa Mariupolê gelekî dişewite. Kadrajên gelek sosret dibînim û min ditirsînin ew dîmen. Ji sedî 90ê bajêr hilweşiya ye. Di wan dîmenan de ez leşkerên birîndar jî dibînim lê bi wî halê xwe dîsa jî dixwazin herin şer û şer bikin. Ez ji daxuyaniya Putîn bawer nakim ya li ser Mariupolê ku ketiye bin kontrola Rûsyayê, bi baweriya min Ukrayna vî bajarî wê nede Rûsyayê. Ez wekî welatiyê Belarûsê vî şerî wek şerê di asta herî bilind de dibînim. Hêrsa Putîn û helwesta wî ya emperyalîst gelekî xirab e. Eger Ukrayna di vî şerî de bi ser nekeve û azad nebe, wê Belerûs jî tû carî azad nebe." 

Jineke din a Ukraynî ya bi navê Anna jî dibêje: "Mariupol ji bo Ukaynayê trajediyeke mezin e. Erê ji aliyê mirovî ve rewşa wê gelekî xirab e û kevir li ser kevir nemaye li wir, em şaş û metel in. Lê ez bawer nakim ku ev bajar bi temamî ketibe jêr kontrola Rûsyayê. Tenê ji bo ku karibe vî bajarê bêndergeha keştiyan bixe jêr kontrola xwe; ev barê giran ê ku derketiye holê, hem bo Rûsyayê û hem jî bo Ukraynayê gelekî zêde ye."   

Mariupolê beriya şer 500 hezar kes dijî. Lê piştî şer zêdetirî 350 hezar kes jê derketin. Niha jî tê texmînkirin ku li dora 100 hezar medenî di nava bajêr de asê mane. Ji bilî Febrîkayen Pola yên Azovtsal ku di bin kontrola Artêşa Ukraynayê de hemû bajarê Maiupolê bi temamî ketiye bin kontrola Rûsyayê. Medeniyên lê mane jî di şertên zor de di kampên penaberan ên Rûsyayê de têne bicihkirin. Li gorî Zelensky li Mariupolê komkujiya herî mezin bi destê Rûsyayê pêk hatiye û zêdetirî 20 hezar medenî hatine kuştin.