Nicim Cibûrî wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet hat destnîşankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Sîrwan Rojbeyanî ji K24ê re ragihand, Nicim Cibûrî û wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet hat destnîşankirin.

Sîrwan Rojbeyanî got: “Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Nicim Cibûrî ligel karê xwe wek Parêzgarê Neynewayê, wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet hat danîn.”

Got jî: “Nicim Cibûrî wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet dest bi kar dike, heta dema ku Qaymeqamekî nû ji bo îdareya Şingalê tê danîn.”

E biryara Kazimî piştî wê yekê hat, di çend rojên borî de tevlihevî û pirsgirêk di navbera artêşa Iraqê û PKKê de li Şingalê derket û rewşeke aloz li wê deverê dirust bûye.