Tirkiye Putîn û Zelensky vedixwîne Stenbolê

Putin û Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Ukraynayê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kremlînê îro Sêşemê ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hevtayê wî yê Tirkî Recep Tayyîp Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Ukraynayê gotûbêj kirine.

Kremlînê got, Putîn di pêwendiya telefonî de ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re gotiye ku divê Kîev bi "berpirsiyarî" tevbigere û kesên ku li fabrîkeya pola Azovstal li Mariupolê mane û bang li wan bike çekên xwe deynin.

Ji aliyê xwe ve, Koşka Serokomariya Tirkiyê ragihand, Erdogan di pêwendiya telefonî de ji Putin re gotiye ku pêwîst e ew helwesta erênî ya ku di hevdîtinên Stenbolê de bi dest ketiye, were parastin.

Diyar kir jî, Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser giringiya pêkanîna agirbestê, vekirina deriyên mirovî û derxistina sivîlan kiriye.

Koşka Serokomariya Tirkiyê ragihand jî, Erdogan pêşniyar mêvandariya Serokê Rûsya û Serokê Ukraynayê li Stenbolê kiriye, ji bo dest bi gotûgêjên bi bandor bikin û dawî li şer bînin.